Li 10 bajarên Polonya bi çalakiyan piştgirî dan Rojava
Êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava di serî de li paytexta Polonya Varşova li 10 bajaran hate protestokirin.
Êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava di serî de li paytexta Polonya Varşova li 10 bajaran hate protestokirin.
Li Polonya bi meş û mîtîngan dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û peyama ‘Şoreşa Rojava biparêzin’ hate dayîn.
Her wiha li paytext Varşov, li Gdansk, Szczencîn, Lodz, Poznan, Torûn, Krakow, Woroclaw, Lûbîn û Rzeszow jî bi çalakiyan dagirkerî hate protestokirin.
Di çalakiyan de li gel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên Rojava hatin hildan.