Le Moûvement de la Paîx: Divê Abdullah Ocalan bêşert bê berdan

Le Moûvement de la Paîx diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd tavilê bê berdan û destnîşan kir ku Fransa û Yekîtiya Ewropa PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne.

Tevgera Aştiyê ya li Fransayê Le Moûvement de la Paîx têkildarî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ji Yekîtiya Ewropa û NATO'yê hate xwestin ku bes piştgiriyê bidin dewleta Tirk û hate ragihandin ku PKK parastina rewa dike, lewma divê ji lîsteya terorê bê derxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû divê tavilê bê şert û merc bên berdan."

Temamiya daxuyaniyê wiha ye:

"Azadiya A. Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji bo aştiya li herêmê pêwîstî ye.

Bû 22 sal. Bêguman Abdullah Ocalan yek ji girtiyên siyasî yên herî kevn ê dinyayê ye: Ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li giraveke li nava Derya Marmara ya Tirkiyeyê bi tena serê xwe li girtîgehê tê hiştin. Di salvegera 22'an de ji bo berdana wî seferberiyeke xurt a navneteweyî dest pê kiriye. Şert û mercên dîlgirtina wî li derveyî mirovahiyê ye, li derveyî Peymanên Cenevreyê ye: Heta 2 sal berê dem bi dem dikarîbû malbatê û parêzerên xwe bibîne.

'HDP DI TÊKBIRINA AKP'Ê DE DIYARKER E'

Qedera xwe dişibe zêdeyî 10.000 mehkûmên siyasî, rojnamevan, parêzer, sendîkavan û bijartiyên bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin lê belê piştî ku hikumetê qeyûm danîn şûna wan, hatine girtin. Di nava van girtiyan de hevserokên berê yên HDP'î Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene. Ev partî di serî de sempatîzanên PKK'ê Kurdan hemûyan, Êzidî, Ermenî, Asûrî û Keldaniyan li hev dicivîne. Di hilbijartinên dawî yên xwecihî de bi rêjeya xwe ya dengan di têkbirina AKP'ê ya li Stenbol û Enqereyê de diyarker bû.

'PKK PARASTINA REWA DIKE'

Ji bo parastina mafên 40 milyon Kurdan, PKK'ê ji bilî parastina rewa dest ji parastina têkoşîna çekdarî berda. PKK'ê bi rengekî yekalî gelek caran biryara agirbestê da û di navbera hikumeta Tirk û nûnerên Kurdan de di navbera salên 2013 û 2015'an de hevdîtinên ji bo aştiyê hatin kirin: -hemû ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bi rengekî yekalî hatin rawestandin. Metnên siyasî yên girîng ên ji ber nivîsên ji damezrînerên PKK'ê Ocalan hatin amadekirin, ji bo mafên wekhev ên civakên etnîkî hemûyan ên li herêmê, avakirina 'konfederalîzma demokratîk' pêşniyar dike ku di ehman demê de ji bo biryaran hemûyan pêşketina demokratîk detsnîşan dike. Wekheviya jin û mêr mezin dike, her wezîfeya girîng jî ji aliyê jin û mêrekî ve tê birêvebirin. Ev sîstem bû çavkanî ji rêveberiya Rojava ya li Bakurê Sûriyeyê re ku piraniya nifûsa xwe Kurd e.

Dadgeha Gel a Daîmî ku şûngira Dadgeha Rûssel/Sartre ye, di biryara xwe ya Gulana 2018'an a li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê, PKK û A. Ocalan şiband berxwedêrên Fransî yên di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Diyar dike ku ti eleqeya PKK'ê bi sûcdariya terorîzmê nîne.

'DIVÊ DAWÎ LI PIŞTGIRIYA JI BO TIRKIYEYÊ BÊ ANÎN'

Tevlîbûna Kurdan bi tifaqa DYE, Fransa, Rûsya û Îngilistanê re di têkbirina 'Dewleta Îslam' de diyarker bû. Mixabin ev tifaq bi têkçûna DAÎŞ'ê re xera bû. Tirkiye gefeke giran li herêma Şengalê dixwe ku li sînorê Tirkiye, Sûriye û Iraqê ye: ji bo pêşî li rijandina xwînê bê girtin divê her tişt bê kirin.

Divê Yekîtiya Ewropa û NATO bê şert û merc piştgiriya ji bo Tirkiyeya Erdogan bi dawî bike.

Li vê herêma cîhanê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê bi taybetî li Tirkiye, Sûriye, Lubnan û Iraqê, bi bicihanîna mafên Kurdan û gelan dibe.

'DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN, ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Fransa û Yekîtiya Ewropa divê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne. Dîwana Edaletê ya Yekîtiy Ewropayê her tim tevlîkirina wan li wê lîsteyê red kiriye. Divê gef, pêkanînên îdarî, rawestandina malên rayedar û malbatên PKK'ê yên li Fransayê bi dawî bibe. Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû tavilê bêşert û bê merc bên berdan."