Senator Pîerre Laûrent ê di navbera salên 2010-2018’an Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Fransa (PCF) bû, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê di roja 115’an li Strasboûrgê di grevê de ne kir. Laûrent ê di heman demê de Alîkarê Serokê Komîsyona Karê Derve yê Senatoya Fransayê ye, li gel yek ji rêveberên Federasyona bajarê Bas-Rahîn a PCF’ê Hulliya Tûran û hinek rêveberên partiyê serdan kirin.
Senatorê Fransî û heyeta pê re, li gel Berdevkê Karê Derve yê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Agît Polat serdan berxwedên li dijî tecrîdê li Strasborgê di roja 115’an a grevê de ne kirin.
KOÇ: TECRÎD HEBE, OCALAN NIKARE ROLA XWE YA AŞTIYÊ BILÎZE
Di serdanê de Hevserokê Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç û Sanator Pîerre Laûrent de gotûbêjek kurt pêk hat. Koç daxwaza ji Sekreterê berê yê giştî yê PCF’ê û Senatar Kaûrent û heyeta li gel kir ku berî mirinek pêk bê zextê li Tirkiyeyê bikin ku daxwazên wan bi cih bên. Koç got: “Tecrîd hebe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare rola xwe di pêvajoya aştiyê de bilîze.”
LAÛRENT: EM Ê PEYAMÊN WE JI BO RAYEDARÊN FRANSÎ RAGIHÎNIN
Pîerre Laûrent jî diyar kir ku ji bo rayedarên Fransî gav bavêjin ketine nava tevgerê û soza ku wê peyamên çalakvanan bigihînin. Laûrent got: “Hemû daxwazên çalakvanan ên i bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û vegera pêvajoya aştiyê destek dikin.” Laûrent diyar kir ku hatina wan a Strasboûrgê jî nîşandana piştevaniya li gel wan e.
Yuksel Koç destnîşan kir ku êdî ne roj saet ji bo wan girîng in, anî ziman ku bawerî bi desteka wan heye. Laûrent jî got: “Em di ferqa lezgîniya rewşê de ne.”
Laûrent li gel Mûstefa Sarikaya yê di grevê de ye re jî axivî û diyar kir ku wê hestyariya pêwîst bidin nîşandan.