Lagerde: Tecrîda li ser Ocalan êşkence ye

Serokê partiya lîberal rastgir a Fransaiz UDI Jean-Chrîstophe Lagerde tecrîda li ser Ocalan bi êşkenceyê pênase kir û got, ''Hikûmeta Tirk divê xweseriya herêmî ya Kurdan nas bike û hurmetê bide vê''.

Serokê partiya lîberal rastgir a Fransaiz UDI Jean-Chrîstophe Lagerde  serdana 14 çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir, ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 153 roj in didome.

Lagerde li ser rewşa armanc û tendiristiya çalakeran agahî stand.

'JI HÊLA SINCÊ VE EM DEYNDARÊ KURDAN IN'

Lagerde bi bîr xist ku ew Serokê Koma Xebatê ya Kurd e, ku li Meclîsa Netewî sazkar û bi vî sifetî hatiye serdanê, bal kişande ser têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ya ji bo mirovahiyê û got, ''Ez tim dubare dikim ji hêla sincî ve em deyndarê neteweya Kurdan in''. Lagerde her wiha got dewleta Tirk ketiye rêyeke wiha ku ti  hurmetê nade ti mafê mirovan û bal kişande ser komkujiyê dewleta Tirk ên ji 2015'an û vir ve ku bi Ocalan re dawî li hevdîtinan hatibû.

'TECRÎD ÊŞKENCE YE'

Lagerde got ji rewşa çalakgerên greva birçîbûnê bifikar in û domand, ''Miemeleya bi welatiyên din re çawa be ya bi Rêzdar Ocalan re jî divê wiha be. Tecrîda 8 salan êşkence ye. Mafên sereke ne ku mirov parêzeran, hevalan û malbatê bibîne. Ev hemû li Komara Fransayê û li hemû cîhanê têne qebûlkirin.''

'DIVÊ XWESERIYA KURDAN WERE NASKIRIN'

Lagerde her wiha got ew greva birçîbûnê weke têkoşîneke girîng dibîne lê dixwaze ku bi dawî jî bibe, diyar kir bi berxwedanê hikûmeta Tirk bêgaav maye ku bi paş ve gav bavêje û xwest ku tecrîd were rakirin.

Lagerde herî dawî got divê mafê xweseriya Kurdan jî were naskirin.