Kurdistaniyên li Parîsê name şandin ji NY’ê re
Li Paytexta Fransa Parîsê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji NY’ê re.
Li Paytexta Fransa Parîsê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji NY’ê re.
Kurdistaniyên ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî bang li Neteweyên Yekbûyî kirin, çalakiyên xwe didomînin.
Kurdistaniyên li Parîs a paytexta Fransayê ji berî ku name bişînin ji NY’ê re, li ber Strasboûrg Saînt-Denîsê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyên de Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Necmettîn Demiralp axivî û diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina komploya hêzên desthilat a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, wê nameyê bişînin ji bo NY’ê. Her wiha Demiralp diyar kir ku hetanî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên wan dom bike.
Piştî axaftinan gel bi berzkirina dirûşmeyan ber bi postaxaneyê ve ketin rê. Gel piştî nameyên xwe şandin çalakî bi dawî kirin.