Kurdistaniyên li Darmistadt û Lîmmasolê ji bo Abdullah Ocalan li qadan bûn
Kurdistaniyên li Bajarê Darmistadt a Elmanya û bajarê Lîmmasol a Qibrisê li dijî tecrîdê li qadan bûn.
Kurdistaniyên li Bajarê Darmistadt a Elmanya û bajarê Lîmmasol a Qibrisê li dijî tecrîdê li qadan bûn.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya wî û bi daxwaza hevdîtina bi parêzer û malbata wî jî didomin.
DARMISTADT
Li bajarê Darmistadt a Elmanya rê nedayîna ji bo pêkhatina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe bi çalakiyekê ve hat şermezarkirin.
Çalakî bi pêşnengtiya DKTM li Lûîsenplatz a Darmistadtê pêkhat.
Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser vê yekê ku divê demildest şert û mercên pêkhatina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe û dayîna agahiyên tendirust derbarê rewşa tendirustiya wî. Her wiha di çalakiyê de pankart, flama û portreyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Ji Kurdistanê re aştî” û “Bicehime dagirker” dawî li mîtînga xwe anîn.
LÎMMASOL
Li bajarê Lîmmasolê ya Qibrisê jî Kurdistanî li qadan bûn. Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Parka Molozê hatin gel hev û meşek lidarxistin. Li wir daxuyaniya çapemeniyê dan û belavok belavkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Di çalakiyê de “Fikarên me yên têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin” hate gotin.
Di axaftinan de hate gotin ku peymana di navbera dewleta Tirk, hikumeta Iraq û PDK’ê ku vîna gelê Şengalê tune dihesibîne û êrîşên dagirkerî û qetlîamê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ji tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin ne qute û hat destnîşankirin ku divê saziyên navnetewî ji bo bidawîbûna van bê huqûqiyan bi erka xwe rabin.
Di çalakiyê de bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Em ê cîhana bê Ocalan li serê we de birûxînin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.