Kurdistanî û dostên wan li Swîsreyê piştgirî dan berxwedana xelkê Mexmûrê

Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), li qada De-Wette hatin ba hev, ji bo Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniya çapemeniyê dan.

 Hewldana artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Gulanê de dabû destpêkirin, bi rojan in ji aliyê Kurdistaniyên li Swîsreyê û dostên wan ve tê protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), li qada De-Wette ya Baselê hatin ba hev, daxuyaniya çapemeniyê dan.

Daxuyaniya çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer axaftinek kir. Surer diyar kir ku xelkê Mexmûrê bi salan in li gel hemû zextan jî li ber xwe didin û got: “Em îro ji bo Mexmûrê li vir in. Xelkê Mexmûrê ji bo ku serî li hember zextên dewleta Tirk netewandin, bûne penaber. Hem zextên malbata Barzanî û hem jî êrîşên dewleta Tirk nekarîn berxwedana xelkê Mexmûrê bişkîne. Îro jî bi êrîşên hikûmeta navendî re rû bi rû ne. Xelkê Mexmûrê ji 20’ê Gulanê ve li ber xwe dide. Dixwazin wargehê bikin girtîgeheke vekirî.”

XELKÊ MEXMÛRÊ LI BER XWE DIDE, EM Ê JÎ LI BER XWE BIDIN

Surer ku bal bir ser êrîşên berpêyî Mexmûrê, destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dengê xwe ji êrîşan re nake û got: ‘’Mexmûr, ne cihekê jirêzê ye. Ji ber cihê ewil e ku fikirên Rêbertiyê lê hatine pêkanîn, giringiya wê gelek e. Ev wargeh di bin çavdêriyê de ye. Ji ber ku dengê xwe nake, em NY’yê şermezar dikin. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, em ê her roj li kuçe û kolanan bin. Yên ku ji dengê me aciz dibin; ez ji wan re wiha dibêjim: ‘’Hûn nexwazin ku ji rehetiya xwe bibin, ji bo daxwazên xelkê Mexmûrê tiştekî bikin. Me bang li her kesî ew e ku bi xelkê Mexmûrê re bibe piştgir. Xelkê Mexmûrê li ber xwe dide, em ê jî bi wan re li ber xwe bidin.’’

Ozden Aytaç, daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî ya hevpar a CDK-S’ê û YJK-S’ê xwend. Di daxuyaniyê de wihat hat gotin: ‘’Dev ji dagirkirina Wargeha Mexmûrê berdin! Wargeha Mexmûrê ku wargeheke xweser e li Başûrê Kurdistanê, artêşa Iraqê ji roja Şemiyê ve dor lê girtiye. Mexmûrî, bi şev û roj nobetê digirin, li ber xwe didin. Wisa xuya ye ku artêşa Iraqê vê carê ava Mexmûriyan ji xwe re kiriye armanc. Dikeve hewila girtina rê li ber bîrên avê yên wargehê. Xelkê wargehê li ber xwe da û leşker rawestandin. Niha xelk li ber bîran nobetê digire. Desthilata faşîst a AKP’ê û hêzên hegemonîk ên li herêmê, ji ber krîza pergalî ya li herêmê û ji bo hêza xwe ji dest nedin, êrîşan dibin ser Kurdan.

Êrîşên li xelkê Mexmûrê, nabe ku mirov qebûl bike. Ji wê boneyê, bila hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe ya li dijî van êrîşan demildest bi cih bîne û danekirinan li dewleta Tirk bike û dev ji girtina dorê li Mexmûrê û polîtîkaya tecrîdê berde.’’

BILA NY BI ERKA XWE RABIBE

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wargeha Mexmûrê di bin serpereştiya NY’yê de ye û bang li NY’yê hat kirin ku bi erka xwe rabibe û wiha hat gotin: ‘’Xelkê Mexmûrê bi hêz û parastina xwe ev lîstika qirêjî pûç kiribe jî, erka eslî ya Civaka Kurdistanê ya Demokratîk a Swîsreyê, saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, komele û gelên welatparêz e jî. Em dizanin ku divê kî ewlehiya xelkê herêmê pêk bîne. Bi vê fam û ferasetê em cardin didin zanîn ku divê PDK û hikûmeta Iraqê dawiyê li pêkanînên faşîzane, cihêxwaz û hikimlêker bînin û hew bi Tirkiyeyê re bibin piştgir. Bila NY bi rol û ristê xwe rabibe. Me bang li hemû gel û hogir û hevrêyên şoreşker ew e ku dengê xwe ji dagirkirina Mexmûrê re bikin û bikevin nav çalakiyan.’’

Piştî daxuyaniyê, heta bi qada Claraplatzê meş hat kirin û bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana Mexmûrê’’ û ‘’Bijî Mexmûr’’ hatin berzkirin.