Kurdên Rûsyayê dijî provakasyona Zînî Wertê helwest nîşan dan

Li herêma Kranodarê ya Rûsyayê Kurdan xwestin ku rageşiya li Zînî Wertê bi dawî bibe.

Daxuyanî ji hêla Otonomiya ya Çandî-Netewî ya Kurdan ve, li Krasnadorê ya Federasyona Rûsyayê hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin ew li ser rewşa herêmê bifikar in, ku rageşî piştî ku PDK'ê hêz kişandibûn Zînî Wertê dest pê kiribû û hê jî didome.

Endamên Otonomiyê destwerdana li Wertê ya bi destê PDK'ê weke provakasyonê bi nav kir û diyarkirin ev provakasyon bi hevkariya Tirkiyê pêk hatiye.

Bi berdewamî hate diyarkirin ev rageşiya li herêmê wê ti fêdê nede Kurdan û di serî de PDK, bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin ku dawî li rageşiyê bînin û gavên ku yekîtiya Kurdan pihêt bike, werin avêtin.

Di daxuyaniyê de her wiha ambargoya li ser Mexmûrê jî hate bibîrxistin ku hate xwestin ku dawî li amargoyê were, ji PDK'ê hate xwestin ku pêşmergeyên li Zînî Wertê bi paş ve werin kişandin.