Kurdên li Fransayê ji bo tevlîbûna ‘Maastrîcht’ bang kirin

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ji bo tevlîbûna çalakiya ku wê 21’ê Îlonê li bajarê Maastrîch a Hollandayê bê lidarxistin bang kir.

Hevserokatıya CDK-F’ê got: “Lihevkombûna me ya 21’ê Îlonê a li Maastrîchtê erkekî şoreşgerî, mirovî û welatparêzî ye.”

CDK-F bi domdarî got: “Rejîma AKP/MHP’ê dixwaze her fersendê bikar bîne û bi pêkanînên kêfî vîna gelê Kurd û Kurdistanê li bin lingan bixe. Ji bo wê li dijî Erdogan û hevkarên wê li ber xwe dayîn bi taybet bilindkirina vê berxwedanê ya li Ewropayê ji her demê bêhtir watedar e. Dîsa 21’ê Îlonê kombûna me ya li Maastrîchê xwedî wateyekî gelek girîng e.

Bûyîna deng, reng û parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya gelê xwe yên Kurdistanê ji bo me Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn erkekî bingehîn ê welatparêziyê ye. Li ser vî bingehî em bang li gelê xwe ji heftsalî heta heftê salî û dostên xwe dikin 21’ê Îlonê tevlî çalakiyê bibin û dengê xwe bilind bikin.”