Kurdên li Ewropayê ji bo berxwedêrên grevan daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîkirina berxwedêrên grevên birçîbûn daketin qadan û çalakî kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîkirina berxwedêrên grevên birçîbûn daketin qadan û çalakî kirin.
Çalakiyên grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlemetera HDP’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, azadî û ewlehiya wî hatibû destpêkirin her roja diçe mezin û belav dibe.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijî ji bo balê bikişînin ser berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakiyên xwe didomînin.
CARDÎFF
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Cardîff a paytexta Gallerê piştî meşê çûn serdana Îmam Şîş ê ev 51 roje di grevê de ye.
Di saetên danê nîvroyê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan li navenda bajar ber bi Meclîsa Gallerê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de li gel hildana posterên Ocalan alên PKK’ê û wêneyên berxwedêrên grevan hildan. Di çalakiya li Cardîffê hate kirin bang hate kirin ku dengê berxwedana berxwedêrên greva birçîbûnê bibihîsin.
Li pêşiya Meclîsa Galler meş vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de Serokê Giştî yê Partiya Plaîd Cymrû û parlemeter çeanne Wood axivîn.
Di axaftina li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanya ku ji 20’an zêdetir saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî i xwe digire hate gotin ku rewşa berxwedêrên grevên birçîbûnê li ber krîtîkbûnê ye, bê ku dreng bibin qêrîna wan bibihîsin.
Dîsa di mîtîngê de payama Îmam Şîş ê ev 51 roje li Gallerê di grevê de ye jî hate xwendin. Şîş silav li çalakvanan kir û diyar kir ku bi biryar e wê bi ser bikevin.
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.
CENEVRE
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî ji bo piştevaniya bi Hevseroka KCD’ê û Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan ev 90 roj e di grevê de ye çalakiyek hate kirin. Çalakiya ku ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li stasyona trenê ya navenda bajêr pêk hat ji bo bal bikişîne ser berxwedêrên grevên birçîbûnê bi sedan belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
OSNABRCUK
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li bajarê Osnabrcuk ê Elmanyayê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de li ser navê koma çep a Elman axaftin û belavok hatin belavkirin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bang hate kirin.
Kurdistaniyên li pêşiya HBF a Bremen a Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin ba hev pankartên ‘Tecrîdê bişkînin, Ocalan azad bikin’ vekirin û li gel hildana posterên Guven wêneyên berxwedêrên grevan hildan. Çalakiya têde belavok hatin belavkirin bang li hikûmeta Elman û dewletên YE’yê hatekirin ku vî dengî bibihîsin. Rêveberên eyaleta Partiya Çep, Serokê Eyaleta Partiya Komunîst a Elman, Hevserokê Mala Cem a Bremenê û rêveber tevlî çalakiyê bûn.
STÛTTGART
Kurdistaniyên li bajarê Stûttgar ê Elmanyayê jî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê daketin qadan. Çalakiya ku komên çep ên Elmanyayê piştevanî kir, bal hate kişandina ser rewşa dawî ya berxwedêrên grevên birçîbûnê. Hate diyarkirin ku divê tavilê daxwazên wan bên bicihanîn.