Kurdên li Ewropa ji bo Şengalê li ser piyan bûn

Li dijî sewqiyata leşkerî ya piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêr ya li Şengalê li gelek bajarên Swîsre û paytexta Danîmarka Kopenhagê çalakiyên protestoyî hatin kirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsre li qada Staûfacher a Zûrîhê Kurdistanî û derdorên demokratîk hatin ba hev û çalakiyek kirin.

Li Slothûrn jî bi heman armancê mîtîngek li dijî peymana li ser Şengalê hate kirin.

Dîsa li Basel û Lezûrneyê jî Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn û di nava çalakiyan de bûn.

Roja Înê wê li bajarê Cenevre saet 14:00’an li pêşiya Neteweyên Yekbûyî bi heman armancê mîtîngek bê kirin.

DANÎMARKA

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê peymana di navbera Bexda-PDK- Tirkiyeyê de hate protestokirin. Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê li ser banga Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê û FeyKurd ve hate kirin. Di çalakiyê de bang di serî de li NY, hêzên navneteweyî kirin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.