BI DÎMEN

Kurdên li Elmanyayê ji bo Rojava banga yekîtiya neteweyî kirin

Kurdên li Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê banga yekîtiya neteweyî kirin û gotin, divê destketiyên li Rojava bêne parastin.

PARASTIAN ROJAVA

Kurdistaniyên ku ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê li hev kom bûn, ji ANF'ê re axivîn.

ŞÎRÎN A JI KOBANÊ: EM WEKE KURDÊN LI EWROPAYÊ LI QADAN E

Ji bo Rojava çi ji destê me tê em dikin. Weke Kurdên li Ewropayê ji bo piştgiriya bi gelê xwe yê li wê derê, ji bo nîşandana piştevaniya xwe em ê her tim li qadan bin. Ji bo êrîşên li ser Rojava û bûyerên li wê derê diqewimin ji raya giştî ya Ewropa û cîhanê re ragihînin, ji bo biin dengê wan em ê timî li qadan bin.

LOKMAN Ê JI KOBANÊ: DIJMIN ÊRÎŞÎ KURDAN HEMÛYAN DIKE

Dijminên me îro ne tenê êrîşî YPG, Kobanê yan jî Rojava dike. Êrîşî Kurdan hemûyan dike. Kurd hemû li ber çavên wan dijmin e. Em îro li qadan vê yekê ji cîhanê re ragihînin. Dijmin ne tenê êrîşî partiyekê yan jî parçeyekî dike. Dibêje ew li dijî partiyekê ye lê belê ev rast nîne. Ya rast dijminê Kurdan hemûyan e.

ŞÎRÎN A JI EFRÎNÊ: DIVÊ EM PIŞTGIRIYA BI ROJAVA RE MEZIN BIKIN

Ji bo piştgiriya bi Rojava re em ê li qadan bin. Îro êrîş li ser Kobanê heye. Rojava di pêvajoyeke zehmet de ye. Divê gelê me bi hev re li qadan be. Rewşa îro ji aliyê her kesî ve tê dîtin; gelê me li Rojava di rewşeke zehmet de ye. Divê gelê me li qadan, li her derê bi hev re tevbigere û em vê dixwazin. Divê gelê me li Rojava Rojava bibe yek.

ZEKÎ ŞÊXO YÊ JI ROJAVA: EGER EM NEBIN YEK DIBE KU KURD HEMÛ BIBIN QURBANÎ

Li Rojava rewş bi rîsk e. Lewma divê gelê me hem li Kurdistanê hem jî li her devera cîhanê li dora Rojava bicive. Rojava îro hem ji aliyê dewleta Tirk hem jî ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo gelê me bitepisînin, yekîtiyê belav bikin û koçber bike şerekî bê exlaq û qirêj dimeşînin. Banga me li Kurdên welatparêz, partî, kesayet, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran e ku beriya berjewendiyên xwe yên şexsî û partiyê, destketiyên gelê me bidin pêş. Li dijî dijmin divê helwesteke yekîtiyê û biratiyê nîşan bidin. Eger em bi hev re tevnegerin, rîsk heye ku Kurd di pêvajoyê de jî bibin qurban. Xwedîderketina li destketiyên xwe di vê dema zehmet de wezîfeyeke Kurdistanî û exlaqî ye. Îro êrîş li ser Kobanê tê kirin. Berxwedana Kobanê sembola mirovahiyê ye. Hêzên navneteweyî ji bo Kobanê wezîfeyên xwe bi cih bînin ev yek wê bibe şermeke mirovahiyê, ji ber ku Kobanê parastina tevahiya mirovahiyê kir. Kobanê li dijî çeteyên ku li ser cîhanê û mirovahiyê metirsî bûn, bû nîşaneya berxwedanê.

BARAN MÊRDÎN: LI ÇAR PARÇEYAN DIVÊ EM BIBIN YEK DENG

Banga me li gelê me ew e ku li çar parçeyan her kes bibe yek deng. Divê Kurd li hemberî şerê qirêj ê Tirkiyeyê yê li ser Kurdan bibe yek û hewl bidin. Hewl tê dayin ku li Rojava li dijî Kurdan komkujiyê bikin. Kurd hemû yek in, bi rêk û pêk hewl didin me ji hev qut bikin. Divê êdî em bi vê nexapin. Kurd çi Misilman, Êzidî bin ji kîjan baweriyê dibin bila bibin divê em hemû li hemberî van komkujiyan bibin yek. Banga me li gelê me ye: Li hemberî vê komkujiyê bibe yek.

DAYIKA FEWZÎ: EM Ê BI YEKÎTIYÊ BI SER BIKEVIN

Hezar silav ji Îmraliyê re. Me ji wê derê mizgîniyeke bedew wergirt. Ez yekîtiya Kurdan pîroz dikim. Silava ji çar parçeyên Kurdistanê, gerîlayên li serê çiyê, Rêberê me re dişînim. 40 sal in em di nava vê têkoşînê de ne û yekane daxwaza me têkçûna dijmin e, serketina gelê me ye. Mezinên me gotin, 'Eger em nebin yek em ê biçin yek bi y ek'. Di vê pêvajoyê de divê em vê yekê ji xwe re bikin esas. Înşaleh em ê yekîtiya xwe pêk bînin. Li pêşiya me rojên bedew hene. Lewma divê em bi tevger û rêberê xwe tevbigerin û bi ser bikevin.

HAMÎDE YA JI EFRÎNÊ: JI BILÎ YEKÎTIYÊ KAREKÎ GIRîNG NÎNE

Daxwaza me yekîtiya gelê me ye. Di çalakiyên xwe hemûyan de banga me ji her kesî û hemû rêxistinan re yekîtî ye. Li dijî dijminê ku êrîşî me dike û jin, ciwan û zarokên me bi barbarî qetil dikin, em dikarin bi hev re têkoşînê bimeşînin. Ji bo me roja man û nemaê ye. Îro yekîtî karê sereke û yê herî girîng e.

ARÎFE YA JI EFRÎNÊ: DIVÊ EM DESTKETIIYÊN XWE BIPARÊZIN

Em her tim li her derê bi Rojava re ne. Em dixwazin gelê me bibe yek, yekîtiya xwe pêk bîne û bi yekîtiyê biçe Şamê. Bila gelê Kurd êdî bibe yek, bi vî rengî em destketiyên xwe biparêzin. Berxwedana YPG û YPJ'ê silav dikin. Divê em li dora vê berxwedanê bibin yek.

BAWER Ê JI EFRÎNÊ: JI BO PARASTINA XAKA XWE EM Ê TÊBIKOŞIN

Faşîst hemû îro li Rojava bi şerekî qirêj êrÎş dikin. Rojava ne xaka kesî ye, xaka Kurdan e. Bi van êrîşan dixwazin me ji xaka me dûr bixînin. Em êrîşên dewletê Ereb, dewleta Tirk ên li ser destketiyên Kurdan qebûl nakin. 100 sal in xwîna me dirije û em şehîdan didin. Ji bo serketina gelê me û destketiyan, ji bo bîranîna şehîdên xwe em ê têibkoşin. Ji bo parastina xaka xwe weke Kurdên li Ewropayê em her tim ji têkoşînê re amade ne.