BI DÎMEN

Kurdan û Yewnanan Newroz pîroz kirin

Kurdan û Yewnanan li Atînayê Newroz kirin. Di şahiyê de peyama mezinkirina berxwedanê ya li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê hate dayîn û berxwedana gerîla hate silavkirin.

NEWROZ

Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê, li Qada 1’ê Gulanê ya li navenda Atînayê, şahiya Newrozê organîze kir. Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan kes û bi sedan Yewnanî beşdarî Newrozê bûn.

Li ser navê Navenda Çanda Demokratîk a Yewnanistanê axaftin hate kirin û hate destnîşankirin ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî derketina berxwedana gerîla, hîn bêhtir têkoşîn were meşandin. Di axaftinan de hat xwestin ku yekîtiya neteweyî jî were xurtkirin.

Di şahiyê de peyamên Newrozê yên rêxistinên şoreşger jî hatin xwendin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwadana Zindanan” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Girseya gel heta derengiya şevê li ber stranên Şerîf Omerî û koma Efrîn Muzîk govend gerand.