Kurdan li Stûttgart û Dûîsbûrgê jî name ji NY’yê re şandin

Kurdên li Stûttgart û Dûsîsbûrgê dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

STÛTTGART

Çalakiya rûniştinê ya li Qada Kobanê ya Stûttgart a Elmanyayê di roja 4’an de bi pêşengtiya Însiyatîfa Jinan a Meryem ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji NY’yê re şandin.

DÛÎSBÛRG

Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksek li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin. Di çalakiyê de bang li NY’yê hate kirin ku bi erka xwe rabin.

Jinan diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wê li qadan bin.