Kurdan li Berlînê Pompeo protesto kirin

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo di dema serdana xwe ya li Berlînê de ji aliyê Kurdan ve hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên xwe saet di 10:00’an de li pêşiya Sefaretxaneyên DYE û Tirk a li Ûnder den Lîndeyê hatin ba hev. Li vir Hevserokê Meclîsa Civaka Kurdistaniyên Azad (CKA) Erhan Firat anî ziman ku ji bo serdana Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ya li Berlînê û balê bikişînin ser êrîşên dagirker ên Tirk a li Rojava li vir çalakî dikin.

Firat destnîşan kir ku Erdogan sûcê mirovahiyê dike û divê bi teqez di qada navneteweyî de bê darezadin.

Erhan got: “Di kesayetiya Wezîr Pompeo de hemû aliyên ku çavê xwe ji dagirkeriyê re digirin protesto dikin.”

Çalakvan ji Qada Brandenbûrger Tor a ku Wezîr Pompeo û Wezîr heîko MAas lê bicivin heta pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Dagirker hemû ji Kurdistanê bicehenimin’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst’ hate qîrkirin.

Li vir çalakî bi dirûşman bi dawî bû.