Kurd û dostên xwe ji bo Şengalê li qadan in
Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê Kurd û dostên xwe li dijî peymana Bexda-PDK’ê li qadan bûn.
Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê Kurd û dostên xwe li dijî peymana Bexda-PDK’ê li qadan bûn.
Li ser banga FCDK/KAWA li Franfûrtê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê çalakî hate kirin.
Çalakî wê heta 1’ê Nîsanê dom bike. Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku divê hikûmeta Iraqê vê biryarê betal bike û statûya Şengalê qebûl bike. Dîsa hêzên YBŞ’ê jî weke hêzên fermî nas bikin.
Heyetek li ser navê FCDK/KAWA bi nûnerên sefaretxaneyê re civiyan û dosyaya têkildarî Şengalê ji bo radestî hikûmeta Iraqê bikin, radestî wan kirin.