Kurd û dostên wan ji bo ‘edaletê’ li Parîsê ne

Di salvegera 6’emîn a 3 jinên Kurd ên şoreşger ku li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin de, bi hezaran kes li hev kom bûn.

Kurd û dostên wan, ji çar aliyên Ewropayê ketin ser rê û di saetên zû yên sibê de li Parîsê li hev kom bûn.

Cihê ku girse lê kom bibe Gare du Nord e ku di heman demê de li kolana ‘La Fayette’ a berî 6 salan qetlîam lê hatiye kirine.

Çalakvanên ku wêneyên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hildabûn, dewleta Tirk protesto kirin.

Îsal bi dehan komeleyên jinên Fransî piştgiriya çalakiyê dikin. Her wiha di serî de Partiya Komunîst û gelek organîzasyon, rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî kirin.

Çakiya îsal bi dirûşma 'Li dijî bêcezabûnê û ji bo edaletê’ tê kirin. Tevî gelek belgeyan ku raste rast berpirsyariya MÎT Tirkan dide nîşandan, heta niha dozek nehatiye vekirin. Çend hefte mayî ji bo destpêkirina dozê re tetîkkêş Omer Guney di dawiya sala 2016’an bi guman li girtîgehê mir.

Têkildarî hejmara kesên tevlî çalakiyê bûne nediyar e, lê hê jî welatî berê xwe didin qadê. Hate dîtin ku Mudura Rojnameya Humanîte û Partiya Kumunîst Patrîck Le Hyarîc jî li qada çalakiyê ye. Li bendê ye ku gelek siyasetmedarên Fransî jî tevlî çalakiyê bibin.

Çalakvan bang li dewleta Fransî dikin ku yên ku fermana qetlîamê dane diyar bikin û bibin pêşberî dadgehê, peyamên piştgiriyê pêşkêşî çalakvanên greva birçîbûnê dikin.

Di nava daxwazên çalakiya li Parîsê de pêkanîna edalet û li gel wê bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi lezgîn heyetek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) biç Îmralî û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne hene.

Çalakvan wê ber bi Qada Rebûplîqûe ve bikevin rê û li wir mîtîngê bikin û piştre dawî li çalakiya xwe bînin. Wê li dika li qadê hatî vedan peyamên têkildarî qetlîama berî 6 salan hatî kirin bên pêşkêşkirin.