Kurd li dijî qirkirina dewleta Tirk li kolanan bû
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê daketin qadan êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê daketin qadan êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Kurdistaniyên Ewropa ve tê protestokirin.
BREGENZ
Bi meşekê dagirkeriya Tirk a li Rojava li bajarê Bregenz a eyaleta Vorlberg a Ewûrtûryayê hate protestokirin.
MADRÎD
Gel li paytexta Spanya Madrîdê jî daketin qada û dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê protestokirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser qetlîamên bi destê dewleta Tirk tê kirin.
ANVERS
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê jî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.
MARSÎLYA
Li ser banga KCDK-E’yê bi sedan kesên ku li bajarê Marsîlya Fransayê li pêşiya nûnertiya Parlementoya Ewropayê çalakiyek kirin û dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku qada esmanî bê girtin.
STRASBOURG
Qetlîama dewleta Tirk a li Serêkaniyê hate kirin li bajarê Strasboûrg a Fransayê jî hate protestokirin.Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku li ber çavê cîhanê hemû Kurd tên qetilkirin. Hate gotin ku divê her kes li dijî faşîzmê bibin xwedî helwest.