Kurd îro jî li ber NY’ê bûn

Çalakiya ku li ber NY’ê ya ji bo balê bikişîne li ser çalakiya greva biçîbûnê ya li zindanan a bi daxwaza şikandinda tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ku 27’ê Mijdarê hatî destpêkirin, dom dike.

Li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê, çalakiya rûniştinê ya bi armanca ji bo balê bikişîne li ser grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku 27’ê Mijdarê ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî û protestokirina binpêkirinên li girtîgehan hatî destpêkirin, didome.

Çalakî îro aktîvîstên Meclîsa Kurd a Bernê dewr girt. Çalakiya ku bi rûxmê serma û astengiyan dom kirî, bi moral û bi biryardarî dewam dike. Kurdistaniyên derdor jî serdana çalakgeran kirin.

Çalakgerên ku seatên sibehê hatîn ber ofîsa NY’ê, cilên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nivîsa ji bo azadiya wî li ser li xwe kirin û bi deqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî û bal kişand li ser berxwedana girtiyan a li dijî tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.

Her wiha Xalê Salman ê ku ji komploya 15’ê Sibatê ve li Ewropayê tevlî hemû çalakiyan dibe ji ANF’ê re axivî û got, “Mîmarê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ev welatên he bi xwe ne. Bêdengiya wa di rastiya xwe de hevkariya vî sûcî ye.”

Çalakiya rûniştinê wê sibe ji aliyê aktîvîstên Meclîsa Kurd a Zurîhê ve were birêvebirin.