Kurd ber bi Atînayê ve dimeşin: Azadî ji Ocalan re

Meşa Dirêj a li Yewnanistanê ku li dijî komploya navneteweyî pêk tê, di roja 2'emîn de ye.

Meşa Dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê doh dest pê kir û wê 3 rojan bidome, di roja 2'emîn de ye.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk tê. Meşvan bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê" re dimeşin.

Meşvanan êvarê li bajarokê Markopolo bêhn vedan û bi şev li saloneke sporê man.

Saet di 08:30'î de jî bi qîrîna dirûşman ber bi Atînayê ve bi rê ketin.