Kovara Marîanne: Xeleka li dora MÎT'ê teng dibe
Kovara Fransî Marîanne bal kişande ser ku di lêpirsînê de ya têkilî qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê ya sala 2013'an xeleka li dora îstîxbarata Tirk MÎT'ê teng dibe.
Kovara Fransî Marîanne bal kişande ser ku di lêpirsînê de ya têkilî qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê ya sala 2013'an xeleka li dora îstîxbarata Tirk MÎT'ê teng dibe.
Di kovara Marîanne, di nûçeyê de ya bi ser navê ''Xeleka li dora serwîsên xef ên Tirk teng dibe'' ku bi îmzeya Brûno Rîeth e, geşedanên piştî komkujiya 9'ê Çile ya 2013'an, belgeyên ku derketine holê û mikurhatin dîsa hatin dayin.
Kovarê got, ''9'ê Çile ya 2013'an sê milîtanên Kurd li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Di lêpirsînê de têkiliya di navbeyna gumanbarê sereke û MÎT'ê de wê derkeve holê. Agahiyên dawî yên di lêpirsînê de ya li Belçîkayê, vê rêyê piştrast dike.''
Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku ev dosya ji bo desthilata Tirk ''dosyayeke teqemenî ye''. Hate destnîşankirin lêpirsîna li Fransayê ya sala 2019'an û lêpirsîna li Belçîkayê, ''Wê xefbûna li dora nasnameya kesên ku fermana komkujiyê dane ronî bike.''
Kovarê nûçeya rojnameya Journal de Dîmanche bi bîr xist, ku di hijmara 14'ê Adarê de rojnameyê hatibû gotin dadgeriya Belçîkayê di navbeyna Ismaîl Hakki Mûsa û wê ekîbê de ku plana suîkastê ya li ser siyasetmedarên Kurd de têkilî daniye. Sefîrê Tirk ê li Fransayê Ismaîl Hakki Mûsa tam di vê demê de ku guman çûbûne ser ragihandibû ku dema wî ya peywirê qediyaye.
Parêzerê malbatên sê jinên Kurd ên şoreşger Antoîne Comte ji kovara Marîanne re axivî û got, ''Ev dosya ji bo desthilata Tirk weke teqemeniyê ye. Mijar xebatên îllegal ên serwîsên îstîxbarî yên Tirk ên li Ewropayê ne.''
Kovarê cih de 'belgeya fermanê' serdanên gumanbarê kujer Omer Guney ên Tirkiyê, têkiliyên wî yên bi MÎT'ê re, qeyda deng ku bi MÎT'ê re planên suîkastê dikin û îtîrafên endamên payebilind ên MÎT'ê ku ji hêla PKK'ê ve hatine girtin.
Kovarê got, ''Lêpirsîn her ku kûr bû, şop bêhtir dibin ser MÎT'ê'' û bi gotina çavkaniyeke Kurd ku navê wî/wê nade wiha dibêje: ''Ev rûdana ku hatiye mehkûmkirin ku nikare were vegotin, dawiya dawî dibe ku rê li ber veke ku meqamên Tirk û Erdogan rastersat werin sûcdarkirin.''
Radyoya France Inter jî têkilî qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger bernameyeke ku 36 deqeyan dom dike hazir kir. Di bernameyê de geşedanên ku ji serî heta dawî hatin jiyîn hate bibîrxistin. Di bernameyê de ku hewl tê dayin ji bo çi sê jinên Kurd hatine qetilkirin, hate gotin, ''Her çendî guman li ser nebin ku Guney sûcdar e jî, kê ew biçek kiriye, diyarkirina vê dimîne.''