Konseya Karê Derve ya YE: Ev êrîş pêvajoya siyasî dixe rîskê

Di civîna wezîrên karê derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hate diyarkirin ku ev êrîşên dagirker pêvajoya siyasîya li Sûriyeyê dixe rîskê. Di civînê de piştgirî dan welatên ku biryar dane çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Di civîna wezîrên karê derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geîr Pedersen jî tevlî bû. Pedersen bal kişand ser rîskên ji ber êrîşa dagirker.

Di civîna wezîrên karê derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hate diyarkirin ku êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê hatiye rexnekirin. Di encamnameya civînê de, piştgirî dan welatên ku biryar dane çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Di civînê de li ser çalakiyên îllegal ên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Behra Spî jî hate sekinandin. Wezîran xwestin li hemberî lêgerîna gaza xwezayî ya li derdora Kibrisê jî tekstek were amadekirin.