Rêxistinên Kurd û Partiya Karker a Demokrat Sosyal a li Swêdê karê xwe dike, di 28’ê Sibata 1986’an a salvegera qetilkirina Serokwezîrê Berê Olof Palme de duh li Palmeyê li ser jiyan û têkoşîn dîsa têkiliya wî ya bi Kurdan re konferansek hate lidarxistin.
Konferansa ku ji Tevgera Jinên Kurd Ayşe Goktepe moderetoriya wê kir, ji Rêxistina Bajar a Partiya Karkerên Demokrat a Sosyal a Stockholmê Hanna Joîko, Sekretera Navenda Giştî ya Olof Palme Anna Sûndstrom, Berpirsa Maseya Tirkiye ya Navenda Olof Palme Helîn Şahîn, Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Sosyal û Komîserê Mafê Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg, wergerê pirtûka ku jiyana Olof Palme ku ji aliyê Rabwer Reşîd ve hatî wergerandin, Nivîskarê qetlîam kirî pirtûk Şoreş Reşî, Serokê Koma Partiya Demokras Sosyal a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga, Parlementerê Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal Anders Opsterberg, Îbrahîm Ayaz ê piştî cînayeta Olof Palme polîsan zextekî yekcar giran lê kir, Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratk Naîda Saleh û Ridvan Altûn tevlî konferansê bûn.
Goktepe destnîşan kir ku piştî qetilkirina Palme bi 34 salan û şûnde sala borî polîsê Swêd û serdozger bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê ragihand ku Palme ji aliyê Stîg Enstrom ve hatiye qetilkirin, lê ji ber ku sala 2000’î miriye, doz hatiye girtin.
Goktepe diyar kir ku piştî qetilkirina Palme Kurd hatin hedefkirin û dest bi destgîrkirin û girtina Kurdan kirin, Kurd hatin cihêkirin. Goktepe got ku daxwaza rêxistinên Kurdan Swêd divê lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe.
Endama Desteya Rêveber a Bajarê Stockholm a Partiya Karkerên Demokrat Sosyal Hanna Joîko: Em bi HDP’ê re partiya xwişk-biran e. Em êrîşên rejîma Erdogan a li ser Kurdan şermezar dikin û piştevaniya HDP’ê dikin. Çanda piştevaniya me ya bi Kurdan re heye, em ê vê bidomînin.
Piştî axaftina Joîko Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê li ser jiyan û têkoşîna Olof Palme sînevîzyoneke ku amade kirî nîşan da. Di dîmenê hate nîşandan de hate diyarkirin ku Palme dostekî Kurdan e, daxwaz ji Polîsê Ewlehiya Swêde (Sapo) kir ku dawî li zextên li Kurdan bînin, PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.
Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Sosyal û Komîserê Mafê Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg ê ji nêz ve Olof Palme dinase: Eger ku Palme bijiyaba wê tim têkoşîna parastina mafê mirovan û demokrasiyê bidaba. Qetilkirina Palme yê ku dostê Kurdan e ku wek ji aliyê Kurdan ve hatî qetilkirin nîşandan jî trajedî ye. Palme û Wezîrê Karê Derve Sten Andersson tim li dijî êrîş û zextên li ser Kurdan bûne xwedî helwest.
Îbrahîm Ayaz ê piştî qetilkirina Palme polîsan zextên mezin lê kir: Ji ber ku welatparêzekî Kurd bû polîsên Swêd zextên giran û êrîşî min kirin. Ev êrîş di roja me de jî didomin. Midûrê Emniyeta Sotckholmê Hans Holmer bi zanabûn Kurd ji qetilkirina Palme berpirs da nîşandan. Sapo sala 2013’an ez weke terorîst sûcdar kirim, dest danî ser wesayîta min a taybet û hê jî nedane.
Sekretera Giştî ya Navenda Olof Palme Anna Sûndstrom: Tirkiye jî di nav de li gelek welatan mafê azadî û heq tê binpêkirin. Weke sazî em ê têkoşîna mafê mirovan bi biryardariya kurewî bidomînin. Li dijî êrîşên dewleta irk a li ser Rojava em li piştevaniya gelê Rojava dikin.
Parlementerê Partiya Karkerên Demokrat Sosyal Anders Osterberg: Demê dawî dewleta Tirk zext û girtina HDP’iyan zêdetir kiriye. Em partî li gel HDP’ê ya ku partiya xwişk-biran e, piştevaniyê bihêz dikin.
Nivîskarê li ser qetilkirina Olof Palme pirtûk nivîsandî Şoreş Reşî: Palme ji aliyê Gladîo ya rêxistineke NATO’yê ve ye hatiye qetilkirin. Encam xwestin vê bixin stûyê Tevgera Azadiya Kurd. Dema ku qetilkirina Palme ez li Tirkiye bûm û min ji sûcdarkirina PKK’ê bawer nekir. Em dostên xwe yên Kurd diparêzin, nakujin. Palme lehengê me bû. Xwe amade dikir ku pirsa Kurd bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî. Kurdan bi rastî hez ji Palme dikirin.
Serokê Koma Partiya Demokrat Sosyal a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasigra: Di demê dawî de zextên hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdan zêdetir bûye, di nava çend rojên dawî de nêzîkî 700 HDP’î hatine destgîrkirin. Divê cîhan û hikûmeta Swêdê li dijî girtinên li ser HDP’ê bibin xwedî helwest. Palme li gel gelê Kurd destek dida têkoşîna gelên di bin zextan de jî. Palme li dijî emperyalîzmê yekan e lîdere li Rojava ku bi cesaret nîzkî bû û li gel gelan cihê xwe girt û rastî gotiye. Dewleta Tirk ji bo êrîş û girtinên xwe yên li ser Kurdan û HDP’ê rewa bide nîşandan, hebûna PKK’ê ya di nava lîsteya rêxistinên terorê de hince dide nîşandan. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Nadîa Saleh: Palme yek ji mirovên bi cesare ku destek da gelê hejar ku Kurd jî di nav de bûn.Palme di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Hê jî zext li ser gelê Kurd tê kirin. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Divê zext li hikûmeta Swêd bê kirin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin.