Konferansa Kurdan a li Kibrisê: Divê hevgirtin were xurtkirin

Li Lefkoşayê ya ku paytexta Kibrisê ye, derbarê Kurdan û stratejiyên li Rojhilata Navîn konferansek hate lidarxistin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz tevlî konferansê bû û diyar kir ku divê hevgirtin were xurtkirin.

Konferans ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kibrisê hate organîzekirin.

Serokê saziya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kibrisê Chrîstos Lakovoû, parlementer Marînos Sîzopoûlos û parlementerê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz tevlî konferansê bûn.

Sariyildiz di konferansê de got ku gelê Kibrisê dikarin têkoşîna Kurdan fêm bikin ji ber ku Tirkan nîvê kibrisê dagir kirine.

Sariyildiz diyar kir ku li hemberî êrîşên dagirker Kurd li ber xwe didin û Kurd ji her rojê zêdetir xurt in. Sariyildiz got: “Kibris di sala 1974’an de rastî qirkirinan hatiye lê Tirkiye hê jî Kurdistanê dagir dike. Li Cizîr û Sûrê gelek qirkirin hatine kirin.”

Sariyildiz bal kişand ser vî tiştî ku bi pêşengiya jinan ev têkoşîn hatiye vê astê û banga piştgirî û têkoşîna hevpar kir.