Konferansa Kurd a PE: Em ji Rojava îlham digirin

Di rûniştina dawî ya Konferansa Kurd a navneteweyî ya 16’an ku li Parlementoya Ewropayê tê lidarxistin de, li ser vegera ji nû ve ya demokrasî û rêyên çareseriyê hatin sekinîn.

Panela dawî û çarem a roja dawî rojnamevanê Hollandî Wladîmîr van Wîlgenbûrg bi rê ve bir. Wîlgenbûgr anî ziman ku wê li ser rêyên çareserî yên alternatîf ên ji bo dewletê rawestin û Rojava mînak nîşan da. Wîlgenbûrg got: “Li herêmê ji derveyî Rojava me ti rêveberiyeke alternatîf nedît.”

BJORK: DIVÊ JI ROJAVA ÎLHAMÊ BIGIRIN

ENDAMÊ Koma Çep a Yekbûyî GÛE/NGL parlementera Swîsreyî Malîn Bjork axivî û got: “Dema em endamên PE’yê bin nîqaşkirina alternatîfan ne pir hesan e. Dema ku em alternatîfên xwe bi formîle jî dikin, pêşniyara wê yekê dikim ku em ji Rojava îlham bigirin û wiha bikin. Divê em jî Destûreke Bingehîn a wiha îlham bigirin. Ez li ser wê ramanê me ku projeya Rojava projeyek pir li pêş e, lê hûn dizanin dara fêkî jî dide tê dayîna ber keviran.

 ‘DIVÊ AMBARGOYA ÇEKAN BÊ DANÎN’

Bjork diyar kir ku li gel dagirkeriya Tirk êrîş girantir bûn û bal kişand ku eger PKK ji lîsteyar terorê bê derxistin, ji bo çareseriyeke cidî wê ev yekem be.Bjork anî ziman ku divê YE’yê peymana koçberan a li gel Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike û ambargoya çekan dane ser Tirkiyeyê û got: “Divê li gel Tirkiyeyê di rewşa heyî de peymanên heyî li ser mase bê danîn.

USTUNDAG: ÊDÎ DIVÊ PE PÊWÎSTÎ BI GOTINEK DIN HEYE

Sosyolog Nazan Ustundag bibîr xist ku êdî divê li Ewropayê pêwîstî bi gotinek din heye bê kirin. Ustundag bal kişand ser biryara Belçîka ya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û got ev girîng e. Ustundag got: “Ev biryara rê li ber wê vekir ku YE’yê bi rêkxistina cîhana nû û bi organîzasyon û tifaqên (…) derveyî welatê rû bi rû bibe” Ustundag bal kişand ser modela li Rojava û got: “Kobanê bê ku dewletek destek bike ji nû ve hate avakirin.”

STEÎN: JINÊN KURD JI BO HEMÛ JINÊN CÎHANÊ TÊKOŞÎN KIR

Ji organîzatorên New World Summît a Hollandî Avîva Steîn jî di panelê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û femînîstan. Steîn got: “Jinên Kurd destkeftiyên mezin bi dest xistin. Jinên Kurd vê têkoşînê dikin. Lê divê femînîst jî li gel mêran divê bi hev re kar bikin. Tevgera jina Kurd li Rojava hê zêdetir wateyê dide dînamîka jinê. Jin ne ji mêran mezitirin, bi mêran re wekhev tê dîtin. Ti demê armanca tevgera jina Kurd nebûye ku mêran ji holê rakin, armanca wê ew e ku dest bidin destê hev û civakîbûyînê bi hêz bikin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo nasnameya Kurdan e. Rê li ber rêzdarîdayîna jinê jî vekir. Îro YPJ li qada navneteweyî destekek wê ya mezin heye. Jin, jiyan azadî”

DÎCEL: LOZAN JI RÊDERKETIN BÛ, PEYMANEKE DER MIROVÎ BÛ

Ji Belçîkayê jî rojanamevanê Kurd Amed Dîcle li ser mijara ‘Vegera ji nû ve ya li demokrasiyê: Ji bo sala 2013’an perspektîfên Kurdan’ nirxandin kir.

Dîcle di axaftina xwe ya Kurdî kir de ev got: “Bi taybet pêwîste em balê bikişînin vê yekê ku Lozan jirêderketineke dîrokî bû. Hêzên serwer ziyanên gelên herêmê di nava xwe de kirin, peymanek bê wijdan û der mirovî bû. Îro jî êrşên vê di asta herî bilind de tê kişandin. Sed sal din bi Lozanê re naçe serî. Lozanê li Iraqê rejîma Seddam, li Sûriyeyê Rejîma Baasê, li Tirkiyeyê jî rejîmek nîjateperst a sed salî bi xwe re anî. Bi îfadeyeke din li Rojhilata Navîn Mosolîniyan, Frankoyan û Hîtleran bi xwe re an. Bûyerên ku îro diqewimin dubarebûna dîrokê ye. Îro em dîsa dibînin gel û maf tên kirina qurbanên berjewendiyên xwe. Em dibînin ku di rewşa niha de rejîma Tirkiyeyê ji bo demokratîk bibe ti îşaretek nade. Berovajî vê ji demokrasiya berê hê bi şûndetir di nava merên ne asayî de birêve dibe.”

MALDONADO: EM JI KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK GELEK TIŞT HÎN BÛN

Ji Ekvatorê dîroknas Jûan Carlos Guerra Moldonado jî li ser mijarên ‘Pirsgirêkên gerdûnî û çareseriyên herêmî’ û ‘Piştevaniya navneteweyî’ nirxandin kir. Moldonado bal kişand ser piştevaniya navneteweyî û got: “Bi saya Konfederalîzma Demokratîk em gelek tişt fêr bûn. Me tehlîla nakokiyên xwe kir. Em destekê didin şoreşa Kurdan. Her êrîşa li ser şoraşa Kurdan, tê wateya êrîşeke li ser her dozeke rewa.”