Konferansa Kurd a 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin

Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin. Li konferansê, niqaşa rewşa li Tirkiyeyê, têkoşîna Kurdan, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û feraseta Ewropayê tê kirin.

Konferans, her sal ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê (EÛTCC) ve tê lidarxistin. Xwediyên Konferansê Desmond Tûtû ku serpîskopos û xwediya xelata Nobelê ye, Parêzer û Xwediya xelata Nobelê Şîrîn Ebadîi Qasida Nêta Baş a Konseya Ewropayê Mafparêz Bîanca Jagger, zimannasê navdar Noam Chomsky û siyasetmedara Kurd Leyla Zana ye ku Xelata Azadiya Ramanî ya Sakharovê wergirtiye.

Konferansa ku îsal, bi sernavê ‘’Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û  Kurd’’ hat organîzekirin, wê 9’ê Adarê jî dewam bike. 

Konferans ku gelek kes lê bûn, saet di 15.30’an de dest pê kir. Beriya axavtinê, rêz ji bo kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, hat girtin.

Seroka EÛTCC’yê Norwecî û akademîsyen Karîane Westrheîm, spasiya Parlamentoya Ewropayê, û komen siyasî û parlamenterên bûne piştgir û Kurdan kir.

WESTRHEÎM: DIVÊ EM PÊŞÎ AZADKIRINA ABDULLAH OCALAN BIDIN BER XWE

Westrheîm, bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û destnîşan kir ku rolê jinên Kurd di têkoşîna azadiya jinan de gelek e. Westrheîm, dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi bîr xist û îşaret bi metirsiya li dijî êrîşan kir û anî ziman ku bi sedan HDP’yî yên erkdar girtî ne û wiha got: ‘’Pêdivî demildest bi çareseriyê heye.’’

Westrheîm, bi domdarî wiha axivî: ‘’Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava yên bi droneyan li gor par zêde bûne û çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne û civaka navneteweyî dengê xwe nake.’’Westrheîm, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: ‘’Divê em pêşî Abdullah Ocalan azad bikin.’’

ALFONSÎ: REWŞA LI HERÊMA KURDAN METIRSÎDAR E

Endamê Parlamentoya Ewropayê Françoîs Alfonsî yê Fransî ku ji Tifaqa Keskan/Tifaqa Azad a Ewropayê ye, got: ‘’Giring e ku mirov ji bo Kurdan cihekî di Parlamentoya Ewropayê de vebike’’ û da xuyakirin ku di diyarkirina çarenûsa xwe, ew bi giringiya Ewropayê dizanin û wiha pê de çû: ‘’Rewşa li herêma Kurdan hêj jî metirsîdar e. Li Îranê şoreşa jinan li pêş e. Têkoşîna Kurdan berdewam e.’’

Alfonsî ku di heman demê de endamê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê ye, anî ziman ku Îran û Tirkiye, du welatên cîran ên agresîf in û êrîşan wan berdewam in û behsa êrîşên Kurd rû bi rû dibin kir.

DAGDEVÎREN: XWEDIYÊN DIRÛŞMEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’YÊ NABE KU BÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN

Endamê Rêveber a EÛTCC yê ji Kurd-Akad’ê Dr. Dersîm Dagdevîren, behsa erdheja 6’ê Sibatê kir û bi bîr xist ku Erdogan piştî erdheja sala 1999’an hatiye ser hikum û ev pirs kir: ‘’Gelo bi vê erdhejê wê dawî li Erdogan were?’’ Dadgdevîren bi lêv kir ku Kurd niha hêmaneke diyarker in.

Dagdevîren, îşaret bi modela demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û da zanîn ku Tirkiye bêyî sekin li vê herêmê dixe û bertek nîşan da ku çima hêzên navneteweyî dengê xwe ji dewleta Tirk re nakin.

Dagdevîren got ku tu ewlehiya Kurdan li Ewropayê nîn e.

Dagdevîren di dawiya axavtina xwe de derbirî ku ji bo aştî û demokrasiya li Rojhilata Navîn, divê PKK ji nav lîsta rêxistinên terorîst ên YE’yê derbikeve û wiha got: ‘’Xwediyên dirûşmeya ‘’Jin, jiyan,azadî’’yê nabe ku bên krîmînalîzekirin."

EBADÎ: LI WELATÊN MISILMAN JIN HIŞYAR BÛNE

Li konferansê guhdariya peyman dîtbar a parêzera mafparêz a Îranî Şîrîn Ebadî jî hat kirin. Ebadî, 8’ê Adarê pîroz kir û bal kişand ser yasa û pêkanînên cihêxwaz ên li cîhanê yên li dijî jinan û got: ‘’Di koka vê pirsgirêkê de pederşahî heye. Çandek e ku wekheviyê qebûl nake. Olê jî bi kar tîne da ku xwe mafdar bike.’’ 

Ebadî, bertek nîşanê vê rewşê da û wiha pê de çû: ‘’Li şoreşa femînîst a li Îranê binihêrin. Bi qetilkirina Jîna Eminiyêre jin derketin kuçeyan, serkeşiyê dikin, mêr jî dibin piştgir. Jinên wêrek ên li Efxanistanê jî êdî dengê xwe dikin. Ez hêvî dikim ku wê bi hişyarbûna jinan li welatên misilman, jin bigihîjin mafê xwe.”

REWŞA LI ÎMRALIYÊ

Ji 1 6.00’an û pê ve li ser rewşa li Îmraliyê hat sekinîn. Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Ewropayî yên Mafparêz û Demokrasîxwaz (ELDH) Barbara Spînellî, ev rûniştin bi rê ve bir.

Spînellî, got: ‘’Divê dawî li tecrîdê were’’ û destnîşan kir ku divê Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê, rapora xwe bide xuyakirin û tevdîran bigire."

RAZIYE OZTURK: BEHIQÛQÎ JI YA LI GÛANTANAMOYÊ DERBAS BÛYE

Di vê rûniştinê de, Raziye Ozturk ku parêzereke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ye, mijara ‘’Şertên Girtinê yên Abdullah Ocalan: Ji bûyerên bi takekesî ber bi hemû bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ve’’ pêşkêş kir.

Raziye Ozturk, destnîşan kir ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah daye destpêkirin, bi dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’yê bi ruh û can bûye dewam dike û got: ‘’Pergala tecrîda ku Rêzdar Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin, li tu dera cîhanê nîn e tecrîd her ku diçe yekcar tê girankirin.’’

EWROPA JI DERVEYÎ HIQÛQA XWE TEVDIGERE

Ozturk destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê ji Guantanamoyê xirabtir bûye û anî ziman ku bêdengiya li hember pêkanînên li dijî hiqûqê ya li Îmraliyê, vedugere zextên li ser civakê û got, “Pêwîste bi taybet balê bikişînin li ser berpirsiyariya saziyên navneteweyî.”

Ozturk îşaret bi rola saziyên CPT û DMME’ê û got, “Ewropa li şûna ku hiqûqê bi cih bîne, ji derveyî hiqûqa xwe tevdigere û ev yek jî dibe sedema neçareseriyê. Ozturk, anî ziman ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan Ewropa ji derveyî hiqûa xwe tevdigere û bal kişand ser dosyaya ku 12 sal in li DMME’ê ye. Raziye Ozturk detnîşan kir ku ji bo Ewropa bibe mînak divê destpêkê hiqûqa xwe pêk bîne.

KARLQVÎST: BÊTEHEMULÎ HEYE

Di heman rûniştinê de mijara bi sernavê “Li Tirkiyeyê girtina pêşî li êşkenceyê: Sînor û erk” ji aliyê Parlementera Konseya Herêma Orebro ya Partiya Çep Ann Jessica Therese Karlqvist ve hat pêşkeşkirin.

Karlqvist qala pirsgirêkên cidî yên li girtîgeha Tirkiyeyê kir û bal kişand ser girtiyên nexweş, jin, girtiyên zarok û xwekuştinê. Karlqvist, diyar kir ku pêkanînên xirab zêde bûnê û anî ziman ku tecrîd her ku diçe girantir dibe.

Karlqvist, anî ziman ku rolê xwe kişandina ji Peymana Stenbolê, di warê mafê jinan de bi neyînî ye û bal kişans ser astengiyên piştî erdhejê û got, “Em bi rewşeke ku nayê tehemûl kirin re rû bi rû ne.”

Rûniştina dawîn a roja yekemîn, bi sernavê “100 Saliya Komara Tirkiyeyê: Dubare, Nakokî û Guhertin” hat kirin. Rojnamevan Amberîn Zaman moderatoriya rûniştinê kir.

Di vê rûniştinê de semînera bi sernavê “100 Saliya Komara Tirkiyeyê û Kurd: Berdewamiya Dîrokî û Rastiyên Îro” ji aliyê Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Baskin Oran ve hat dayîn.

Baskin Oran, behsa dîroka 100 salên dawîn kir û nirxandina pêvajoya dawiya Împaratoriya Osmanî ta bi sala 2015’an kir. Oran, anî ziman ku piştî ku sala 1923’an dewleta Tirk hatiye avakirin, “Pirsgirêka Kurd” dest pê kiriye.            

Baskin Oran, qala sozên ku di dema pêvajoya avabûna dewleta Tirk de ji Kurdan re hatin dayîn û înkar, zext, qedexe û asîmîlasyona piştî wê kir.

BEŞTAŞ: EGER TEDBÎRÊN PÊWÎST BIHATANA GIRTIN, EV QAS KESAN JIYANA XWE JI DEST NEDIDA

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî qala geşedanên siyasî û bûyerên piştî erdhejê kir. Beştaş, têkîldarê erdhejê wiha got, “Eger tevdîrên pêwist bihatana girtin, ev qas kes jiyana xwe ji dest nedida. “

Beştaş, diyar kir ku Erdogan 35 saet piştî erdhejê axiviye û Rewşa Awarte ragihandiye û qala astengiyên li ber alîkariya mirovî û midaxeleya dereng kir.

Beştaş, wiha behsa pêvajoya piştî 2015’an kir: “Li Tirkiyeyê çi diqewime? Erdogan ku piştî 2015’an dawî li pêvajoya çareseriyê anî, li her dera cîhanê êrîş bir ser Kurdan.”

WÊ BI ERDHEJA 2023’AN RE TÊK BIÇIN

Beştaş, anî ziman ku ji sala 2015’an û vir ve bêyî navber darbeya siyasî didome û got, “Bi erdheja Kocaeliyê re hatin û wê bi erdheja 2023’an re biçin."

Beştaş, doza girtina HDP’ê bi bîr anî û wiha dewam kir: “Demokrasiyeke hovane tê listin.” Beştaş, got ku dibe ku HDP di pêvajoya hilbijartinê de bê girtin jî û got, “HDP, vîna bi milyonan welatiyan e. Em ê di hilbijartinên pêş de bi hêzeke mezintir beşdar bibin.”

Beştaş, herî dawî anî ziman ku li gel ku di pêvajoya hilbijartinê de ne, rojeva HDP’ê erdhej e.

BATARAY: BINPÊKIRIN KARESAT VEGUHERAND TOFANÊ

Axaftina herî dawî ya rojê bi sernavê “Tirkiye Hildiweşe: Erdhej, mafên mirovan û nîjadperestî” ji aliyê endama Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Rehşan Bataray ve hat kirin. Bataray, behsa binpêkirinên piştî erdjejê kir û got, “Binpêkirinan, karesat veguherand tofanê.”

Bataray, bal kişand ser destgîrkirin û êşkencekirina kesên ku rexne li hikûmetê dikin û îşaret bi newekhevî û dijminatiyê kir.

Bataray, got ku erkdarên ewlehiyê ku di encama polîtîkaya bêcazkirinê de êşkence dikin, pêwistiyê pê nabînin ku rûyê xwe jî veşêrin û îşaret bi piştevanî û alîkariya dildaran kir. Bataray, gelek binpêkirinên ku piştî erdhejê tesbît kirine parve kirin.

Konferans, wê 9’ê Adarê bi beşdar û mijarên cuda bidome.