KON-MED’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got ku ‘Em hêvîdar in ev rojbûn bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi peyameke nivîskî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, di serî de li hemû gelên bindest, gelên azadîxwaz yên di  girîigehan de, bi giştî li gelê Kurd pîroz dikin. Em hevîdar in ku rojbûna Serokatî a 71’emîn bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Ji bo mîrovatiyê dîrokek pir girîng e, dîrokekî pir bi wate ye ji ber ku rojbûna Serokati ye. Serokekî wisa dîrokê de kêm hatiye dîtin, dîrokê mirovatiyê de kêm hatiye dîtin. Ji bo sosyalîzma zanistî ewqasî têkoşîn daye. Hin di zarokatiya xwe de hemberî pergala kapîtalîst serî rakiriye. Serhildan û têkoşîna wî hin zarokatiyê de dest pê kiriye. Ji bo wê jî hemû mirovên ku ji bo azadiya mirovatiyê fikrandinê wan heye, xwestekê wan heye an jî azadî dixwazin dilê giştî de Serokatî cîhê xwe çêkiriye.

Rêber Apo gelên ku ber bi windahiyê re rû bi rû mabûn, her wiha tunebûyînê gelekî di rojevê de bû, tunebûyînê gelekî êdî di niqaşê de bû, hebûn û nebûnê wî dihat niqaş kirin. Pir kesan digot Kurd nemaye, gelekî wisa tûneye, Kurd dîrokê de derbas nedibûn. Serokatî li hemberî vê têkoşîn kir, serî hilda. Gelê Kurd nû ve zindî kir, gelê Kurd ji nû ve şiyar kir. Bû ronahiyêkî, rê li ber peşiya gelê Kurd vekir Serok Apo bû. Di demê re fikrê ku diparast gelê Kurd de ava kir. Piştî gelê Kurd, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê fikrê Serokatî deng veda û belav bû.

Mirovên me çalakiyên canbexşane dikin, laşê xwe dirazînin mirinê. Ji bo wê jî bi hemû hêviyên xwe çalakiyan pêş dixin. Ev rihê Apoyî ku di nav gel de hatiye rûniştandin. Bi vî rihî jî Şoreşa Rojava pêk hat, ev şoreşa hemdemi roj bi roj pêşde diçe û di be hêviya hemû gelên azadîxwaz.

4’ê Nisanê di sêrî de li dayîk û bavê şehîdan, li hemû gelên bindest, azadîxwaz, li hemû kesên kû berdêl dane pîroz dikin. Em hêvîdar in ku rojbûna Serokatî ya sala 71’emîn bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”