KON-MED bi hevpar û saziyên Kurdistanî: Dema azadiyê ye!

KON-MED bi hevpar û nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê daxuyaniyek hevpar dan û banga tevlîbûna aktîf a li pêngava ‘dema azadiyê ye’ kirin.

Koonfederasyona Civakên Kurdistanî yên Ewropa (KON-MED û gelek federasyonên girdayî wê û nûnerên saziyan li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê daxuyaniyek hevpar dan. Saziyan banga tevlîbûna aktîf li pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ û meşên ku 10’ê Cotmeh Roja Azadiya Ocalan a Kurewî kirin.

Hevserokê KON-MEDÊ’ê Tahir Koçer axivî diyar kir ku KON-MED, li gel 5 federasyon û hemû pêkhateyên wan aktîv tevlî kampanyaya Însyatîfa Ji Abdullah Ocalan Re Azadî dibin.

Koçber anî ziman ku eger bi biryar û bê navber berxwedan û têkoşînek topyekûn bê kirin, wê dewleta Tirk a faşîst têk bibin. Koçber bang  li hemû pêkhate û hêzên demokrasiyê kir ku bi xurtî tevlî hemû meş û mîtîngên ku ji bo 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Kurewî bê lidarxistin, bibin.

KON-MED’e bağlı federasyonlar FCK BW-BAYERN, FED-KURD, FED-DEM, FCDK-KAWA, FED-MED’in yanı sıra DKTM, CÎK, PYD, HDP, MAR-DEF, Devrimci Parti temsilcileri de açıklamaya katıldı.

Hevserokê FEDA-KURD Menderes Erturk, FED-MED, hevserokê FEDA-MED Saît Bîlgîn axivîn û diyar kir ku wê bi çalakiyan pêngavê mezin bikin.

Federasyonên FCK BW-BAYERN, FED-KURD, FED-DEM, FCDK-KAWA, FEDA-MED ên girêdayî KON-MED, nûnerên NCKD, CÎK, PYD, HDP, MAR-DEF, Partiya Şoreşger daxuyanî dan.

Hevserokê MAR-DEF Azîz Tunç: Divê hemû gel ji bo valaderxistina komployê bi hev re têkoşînê bikin.

Ji Cîkê Mele Muhmmed: Li dijî operasyonên qirkirina siyasî divê em dest bidin hev. Ji bo bihêzkirina rêya azadiyê û azadiya Rêber Apo divê bi hev re têbikoşin.

PYD: Ji bo azadiya Rêber Apo wê çalakî bidomin. Dem dema serhildan û azadiyê ye.

Li ser navê HDP’ê Faysel Sariyildiz: Di şexsê Birêz Ocalan de bi milyonan kes di nava esaretê de ne. HDP’ê bernameya xwe ji felsefeya Birêz Ocalan girtiye. Serketina HDP’ê bi saya serketina Ocalan pêk hat, ji bo wê êrîşî HDP’ê dikin. Serketina pêngavê ya li her devera cîhanê, tê wateya rizgariya gelê Kurd.

Piştre rê nehate dayîn ku pankarta bi nivîsa ‘Die Zeit ist reif, Freiheit fur Ocalan’ a ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bê vekirin.