Komployên li ser Şengalê li Kopenhagê hate protestokirin

Bi çalakiyekê li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê, gef û êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin.

Kurdên li Kopenhagê dijîn, li ber Sefaretxaneya Iraqê gef û êrîşên li ser Şengalê protestokirin.

Di çalakiyê de, belavokên bi Îngilizî, Danîmarkî, Erebî û Kurdî yên derbarê protokola şerê sê alî yê li dijî Şengalê yê di nava Erdogan, Barzanî û Kazimî de hate xwedin.

Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên, “Bijî Şengal”, “Şengal rûmeta me ye” û “Em bi xwîna xwe, canê xwe fedayê tene ey Şengal” berz kirin.