Komploya navneteweyî li Munchenê hate şermezarkirin

Jinên Kurd li Munchenê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Meclîsa Jinê ya SARA, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin li Munchenê şermezar kir.

Bi vê armancê li navenda bajêr li Stachûsê stand hate danîn û komplo û tecrîd hate şermezarkirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di çalakiyê de ku Elmanan jî piştgirî dan broşur û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de hevkariya sûc a Elmanya û Tirkiyeyê hate bibîrxistin.

Meclîsa Jinê ya SARA diyar kir ku ji niha û pê ve wê her meh ji bo azadiya Ocalan standê ava bikin.