Komploya 15'ê Sibatê li Den Haagê hate şermezarkirin
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Çalakî li pêşiya Meclîsa Hollandayê ya li Den Haagê di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" pêk hat.
Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û işaret bi berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê hate kirin ku li dijî tecrîdê ji 27'ê Mijdarê ve dewam dike.
Çalakgeran pankartên bi daxwaza azadiya Ocalan hildan û dirûşma "Azadî ji Ocalan re" qîriyan.