Komplo li Lorîentê protesto kirin
Salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lorîentê hate protetokirin.
Salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lorîentê hate protetokirin.
Li ser banga CDK-F û TJK-F’ê Kurdistanî û dostên wan li Place Arîstîde-Brîant a bajarê Lorîent a Fransayê çalakiyek hate kirin.
Di çalakiyê de pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ hate silavkirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku komploya navneteweyî bi berxwedan û sekna Rêberê Gelê Kurd û xwedîderketina gelê Kued hate valaderxistin.
Çalakî bi banga tevlîbûna meşa navendî ya ku wê sibe li Rennesê bê kirin û dirûşman bi dawî bû.