Komkujiya Parîsê li Viyanayê hate şermezarkirin

Komkujiya ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate kirin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meşekê hate şermezarkirin.

Bi sedan kes doh saet 15'an li Museûmsqûartîerê li hev civiyan û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, çalakgera greva birçîbûnê Leyla Guven û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin û nûnerên gelek rêxistinên çep û sosyalîst jî tevlî bûn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Awûstûryayê Halîs Sever beriya meşê axivî û her sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî.

Sever diyar kir, komkujî li aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin, lê berpirsyariya rayedarên Fransayê jî tê de heye û got, "Ev komkujî di heman demê de li dijî têkoşîna azadiya jinê jî hatiye kirin."

Sever ragihand, têkoşîn dewam dike û dewleta Tirk negihaştiye armanca xwe.

Girseya gel heta ber Konsolosxaneya Fransayê meşiyan û piştî peyamên li vir dan, dawî li çalakiya xwe anî.