Komeleya Kurdan a li Bremenê bi guleyan hate tehdîtkirin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bremenê  bi nameyekê ku têde guleyeke û bi nivîsa ‘SS’ û xaça tewandî  heyî, hate tehdîtkirin.

Ji Komeleya Bratî e.V’yê (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) a li bajarê Bremenê re nameyeke gefxwarinê ku têde gule hene, hate hiştin.

Ji aliyê hin kesan ve ku nasnameya wan nediyar e, di 21’ê Sibatê de guleyên ku li ser SS û xaçên tewandî hatine nivîsandin, danîne li ser sindoqa posteyê ya  komeleyê. 

Her wiha rêveberên komeleyê tim di bin çavdêriya polîsan de ne û herî dawiyê jî di 13'yê Çileyê de polîsan bi operasyonekê êrîşî komeleyê kiribû. Tevî vê yekê hatina tehdîdeke wiha bû sedema metirsiyê.

Nûnerên komeleyê di 22’yê Sibatê de der heqê nameya gefxwarinê de serlêdana sûc kirin.

Di 23'yê Mijdara 2023'yan de ji kargehên Kurdan ên li bajarê Bremenê re nameyên gefxwarinê yên ku têde nîvîsa ‘em ê we bikujin’ heyî, hatibû hiştin