Komeleya Azadî îstîxbarata Elman kişande dadgehê

AZADÎ e.V. ku şêwirmendiya hiqûqê ya Kurdên li Elmanyayê dike, krîmînalîzekirina ji hêla saziya îstîxbaratê yaTeşkîlata Parastina Destûrê ve, kişande dadgehê.

AZADÎ e.V navenda wê li Kolnê ya Elmanyayê ye û bi salan e şêwirmendiya hiqûqê ji bo Kurdên li Elmanyayê dike. Ev komele di serî de mafê parastinê yê aktivîstan û siyasetmedarên ku li Elmanyayê têne darizandin dibe alîkar û ji bo krîmînalîzaasyona ser Kurdan û siyaseta qedexekirinê rabe kampanyayan dike.

Komeleya Azadî li gel ku li gorî yasayên Elman hatiye avakirin û bi kesayatiyeke sazûmaniye jî ji 2015'an û vir ve ji hêla saziya îstîxbarata navxwe ya Teşkîlata Parastina Destûrê ve tê krîmînalîzekirin.

Di raporan de ku îstîxbarat her sal diweşîne Komeleya Azadî di beşa 'radîkaliya biyanî' de hedef tê nîşandan. Komeleya Azadî jî  Hezîrana 2015'an, ku dema rapora pêşî weşiyayî, gilihê teşkîlatê kiribû. Piştî ku beşên darazê li ser dosyaya gilih hûr bûn, danişîna pêşî ya daraza Teşkîlata Parastina Destûrê li Dadgeha Îdarî ya Berlînê wê çêbibe.

Komeleya Azadî beriya danişînê daxuyanî da û diyar kir tespîtên di raporên salane de, yên derbarê wan neheq in û divê îstîxbaran nema wan bişopîne. Tê payin ku ji danişîna sibe biryarek were standin.