Koma Swîsreyê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dewr girt

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya ku kete roja 86’an, koma sêyemîn a ji Swîsreyê hatî çalakî dewr girt.

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, bi armanca xwedîderketina bexwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Strasbourg li ber avahiyên Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) bi 5 rojan greva birçîbûnê ya dorveger pêk tînin.

Çalakiya ku cara pêşî endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dayî destpêkêrin, hefteya bihurî jinên Êzidî yên ji Elmanyayê hatibûn, ev çalakî dewr girtibûn.

Vê heftê jî komeke ji 9 kesan pêk tê ku ji Swîsreyê hatiye, wê heta roja Înê çalakiyê bidomînin.

Greva birçîbûnê ya dorveger, li wê qadê didome ya ku ji sala 2012’an şûnde Nobeta Ji Ocalan re Azadî lê didome.