Koçer: Em dev ji nirxên xwe bernadin

Li bajarê Elmanya Braûnschweîgê di çalakiya 2017’an a ji bo daxwaza azadiya Ocalan hatibû kirin de derbarê Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer de ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ doz hatibû vekirin. Cezayê girtîghê dan Tahir Koçer.

Li bajarê Braûnschweîgê 20’ê Çileya 2017’an bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîng hatibû lidarxistin û ji ber dirûşme û wêneyên ku tê îdîa kirin qedexeye doz hatibû vekirin. Di çalakiyê de polîsan daxwaza rakirina alayan kiribû û gefa mudaxaleyê xwaribûn. Di çalakiyê de polîsên Elman bi zorê tîşortê ku wêneyê Ocalan li ser bu ji ber welatiyekî elman kiribû. Heman çalakiyê de Tahir Koçer axivîbû û helwesta polîsê Elman ya li dijî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kiribû.

Meha derbasbûyî doz hatibû vekirin, polîsê ku weke şahid hate guhdar kirin li ser dîmenên ketibûn destê wî gilî kiribû û îtîraf kiribû ku gotinên di dîmenan de fam nekiriye. Serdozger bi şahidya polîs re diyar kir ku Koçer ji bo Ocalan dirûşme berz kiriye û ji bo danexistina alayan hewldan kiriye.

Li dadgeha xwecihî ya Braûncshweîgê rûniştina biryarê ya dozê pêk hat, Tahir Koçer û parêzerê wî Dundar Kelloglû beşdar bûn. Dadgehê cezayê 40 roj yan 600 Euro cezayê pere da. Koçer nerazîbûn nîşanî biryarê da û got; “Helwesta qedexe ya dewleta Elman y ali dijî sembolên Kurdan li dijî hiqûqê ye. Di rûniştina 4’an a dozê de biryar hate dayin. Ji bo biryara hatî dayin me îtîraz kir. Bila baş bizanin ku em ê tu caran dev ji parastina nirxên xwe bernedin.”

Endamê Rêveberiya Federasyona Kurdistaniyên Demokratîk ên Bakurê Elmanya Letîf Karakaş û hunermend Ciwan Çewlig ku doz şopandin nerazîbûn nîşanî biryarê da.