Kedkarê civaka Êzidî Hecî Akbûlût koça dawî kir

Xebatkarê Mala Êzidiyan a Weselê Hecî Akbûlût koça dawî kir. NAV-YEK'ê sersaxî ji civaka Êzidî re xwest û bal kişand ser ked û xizmeta Hecî Akbûlût a ji bo yekîtî û tifaqa civakê.

Xebatkar û endamê Mala Êzidiyan a bajarê Wesel ê Elmanyayê Hecî Akbûlût doh ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) ji ber koça dawî ya Hecî Akbûlût peyamek weşand.

Di peyamê de hate ragihandin ku ew bi xemgîniyeke mezin bi koça dawî ya hevrêyê xwe, dilsoz û xebatkarê civaka xwe hesiyane.

NAV-YEK'ê ragihand ku Hecî Akbûlût ji gundê Bacinê yê navçeya Mîdyad a Mêrdînê bû û weke Heciyê Emîn dihate naskirin.

Peyama NAV-YEK'ê wiha dewam kir:

"Jİ bo civaka xwe fedakar û xîretkêş bû. Ji destpêkê ve ji bo rêxistinbûna civaka Êzidî xebitî û xêrxwaz û xizmetkarê ji bo yekîtî û tifaqa civakê bû."

NAV-YEK'ê sersaxî ji malbata Hecî Akbûlût re xwest û êşa wan parve kir.