Kedkarê civaka Êzidî Şemdîn Baran koça dawî kir

Kedkar û xizmetkarê civaka Êzidî Şemdîn Baran koça dawî kir. Navenda Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (NAV-YEK) û Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê peyamên sersaxiyê weşandin.

Kedkarê civaka Êzidî Şemdîn Baran ku li bajarê Celle yê Elmanyayê dima û demeke bi nexweşiyeke giran bû, îro serê sibehê bi vîrûsa koronayê koça dawî kir.

Şemdîn Baran ku 1'ê Çileya 1953'an li gundê Kurtikê yê navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû, di nava civaka Êzidî de yekî naskirî bû.

Yek ji pêşengên Mala Êzidiyan a Celleyê bû ku heta dawiya temenê xwe xizmeta xwe dewam kir.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) bi peyamekê sersaxî xwest.

Di peyama NAV-YEK'ê de hate gotin, "Şemdîn Baran kesayetekî bi ola xwe ve heta dawiyê girêdayî û bi xîret bû."

NAV-YEK'ê diyar kir ku Şemdîn Baran gelek caran çû xaka pîroz, Şengalê û wiha dewam kir, "Xebatkarekî Mala Êzidiyan a Celleyê bû, ji bo me û civaka me windahiyek mezin e."

Di dawiya peyamê de bi navê hemû sazî û pêkhateyên NAV-YEK'ê sersaxî ji malbata Şemdîn Baran û civaka Êzidî re hate xwestin.

Bi heman rengî Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Em bi wefata birêz Şemo Baran gelek xemgîn in, êşa malbata wî parve dikin, jê re rehma Xwedê, ji tevahiya malbata wî û hizkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin."

Hate ragihandin ku cenazeyê Şemdîn Baran wê sibe ber bi gundê Hemdûna yê Qûbînê ve bê şandin û li wir bê veşartin.

Her wiha li gorî agahiyan, ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê wê serdanên şînê pêk neyên.