KCDK-E’yê bangî merasîma veşartina Contay kir
KCDK-E’yê ji bo Alî Contay ê ku rehmet kiribû sersaxî xwest û banga tevlêbûna merasîma veşartinê kir.
KCDK-E’yê ji bo Alî Contay ê ku rehmet kiribû sersaxî xwest û banga tevlêbûna merasîma veşartinê kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo Alî Contay ê ku rehmet kiribû, peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hate diyarkirin ku “Alî Contay 40 sal in di nav refên azadiyê de têkoşiya û heqê baweriya Elewîtî û nasnameya Kurdan daye. Contay di 18’ê Sibata 2020’an de li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê rehmet kiriye. Em têkoşîna wî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî û Kurdistaniyan re dixwazin.
Merasîma veşartina cenazeyê wî ew ê di 20’ê Sibatê de êvarî saet di 17.00’an de li Dergaha Freîbûrgê were kirin û cenaze wê ji Mereşê re were şandin. Em banga tevlêbûnê li gelê xwe yê welatparêz dikin.”