KCDK-E'yê bang kir: 16'ê Çileyê li Strasboûrgê bin

KCDK-E'yê bang li Kurdan û dostên wan kir, ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê 16'ê Çileyê li Strasboûrgê bin.

Ji bo piştgirî ji 15 çalakgerên greva birçîbûnê re were dayin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û ji bo bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên Konseya Ewropayê bê kirin ji bo bi erka xwe rabin, 16'ê Çileyê wê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiyek bê lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser mijarê adxuyaniyek da û bang li Kurdan û dostên wan kir ku 16'ê Çileyê li Strasboûrgê bin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, pêşîgirtina li polîtîkayên qirêj û komkujiyên faşîzma AKP'ê bi şikandina tecrîdê dibe û işaret bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zû encamê bigirin, divê li her derê berxwedan bê geşkirin û hate gotin, "Yek ji armancên çalakiyê jî ew e ku bang li wijdanê mirovahiyê bikin. Xeleka ku li dora berxwedanê bê afirandin, wê zextê li saziyên navneteweyî bike ku bi erka xwe rabin û pêşî li şehadetan bigire. Her wiha çalakiyên bên lidarxistin wê bike ku grevên birçîbûnê biqedin û bi ser bikevin. Wezîfeya her kesî ye ku bersivê bide vê qîrîna çalakgerên greva birçîbûnê."

KCDK-E'yê bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk û diyar kir, bêdengiya van hêz û saziyan a li pêşberî greva birçîbûnê, derbê li wijdanan dixe û nirxên mirovan binpê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "16'ê Çileyê, di roja 70'ê ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de, roja 57'an a greva birçîbûnê ya li Hewlêrê, roja 32'an a greva birçîbûnê ya li girtîgehan û roja 31'ê ya greva birçîbûnê ya li Strasboûrg-Gallerê, em ê li ber saziyên CPT, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê çalakiyê bikin. Bi çalakiyê re em ê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bilind bikin û bang li van saziyan bikin ku bes xwe li kor, ker û laliyê deynin.

Bi navê KCDK-E û TJK'E'yê, em bang li mirovên xwedî wijdan û bi rûmet dikin, bang li jin, ciwan, gelan, dijberên faşîzmê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û dostan hemûyan dikin ku tevlî çalakiya 16'ê Çileyê ya li ber Parlament-Konseya Ewropa û CPT'yê bibin ku çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê jî wê tevlî bibin."