KCDK-E û TJK-E: Em tevlî kampanya malbatên xwişk û bira bibin

KCDK-E û TJK-E'yê ji bo kampa malbatên xwişk û biratiyê banga tevlîbûnê û tevlîkirinê kirin.

KCDK-E û TJK-E'yê daxuyaniyeke hevpar weşandin û bi bîr xistin ku pandemiya vîrûsa koronayê hîn jî gefê li jiyana mirovan dixwe û dibe sedema mirina mirovan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li cîhanê zêdeyî milyone û 300 hezar mirov bi vîrûsa korona ketine, heta niha bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û hate gotin, "Vîrûsa koronayê ne tenê mirovan dikuje. Ev şewba ku cîhan xistiye nava lepên xwe bandoreke giran li jiyana xizanan, kedkaran û jinan dike.

Gelê me ku zext û zordariya qirker a dewleta Tirk lê tê kirin, di heman demê de pirsgirêkên aboriyê derketiye pêşiya wan. Sozên alîkariya sexte yên dewletê derewên vala ne. Alîkariya ji bo gel li aliyekî, hewl dide vê pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe weke firsendekê bi kar bîne û polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê zêde kiriye. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê gelê me ji pêwîstiyên bingehîn ên însanî bêpar dihêle. Careke din eşkere bûye ku polîtîkayeke vê rejîmê ya ji bo tenduristiya gel nîne.

Karker, kedkar, gundî, xizan, jin, extiyar, zarok di vê dema nediyar de bi krîzeke giran re rû bi rû ne. Dewleta Tirk a ku bi derengî dest li şewbê werda gel xistiye nava rewşeke nediyar.

Di vê pêvajoya zor û zehmet de, divê em piştgiriya gelê xwe bikin, ji bo destê alîkariyê dirêj bike bi lez bikevin nava liv û tevgerê. Di serî de ji bo Mexmûr, Şengal û Şehbayê em ji bo tevahiya Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat) dest bi kampanya malbata xwişk û bira dikin û tevneke mezin a piştevaniyê datînin.

Bi navê TJK-E û KCDK-E'yê em dest bi 'Kampanya malbata xwişk û bira' dikin. Tevî pêkhateyên me, ev kampaya biryara hevpar a rêxistinên siyasî û dostên me yên di nava yekîtiya hêzê ya demokratîk de cih digirin. Kampanya wê 3 mehan bidome û mehane alîkariya ji 100 Euroyî bê kirin. Her kes li gorî hêza xwe dikare tevlî bibe û yên bixwaze dikare ji yekî zêdetir bi malbatan re bibin xwişk û bira û xwedî li wan derkevin.

Ji bo em gelê xwe hewcedarî kesî nekin, em bang li endamên xwe, hevserokên xwe yên welat û herêman, komun û meclîsên xwe dikin ku xwe bigihînin girseyeke berfireh û kampanyayê mezin bikin.

Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî çalak tevbigerin, tevkariyê li kampanyayê bikin û mirovên din jî tevlî bikin. Ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re em bang li welatparêzan, demokratan û her kesên xwe mirov dibînin dikin ku tevlî kampanya 'Malbata xwişk û bira' bibin."

TJK-E û KCDK-E'yê ragihand ku kampanya wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.