KCDK-E: Em sibê jiyanê bidin sekinandin

KCDK-E’yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bangî meşên enternasyonalîst ên di 12’ê Cotmehê de kir.

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. KCDK-E’yê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bangî meşên enternasyonalîst ên di 12’ê Cotmehê de kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Di van êrîşan de êrîşî qadên sivîlan tê kirin û hemû cîhan dizane ku tekane armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina Kurdan e.

Gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî vê barbariyê canê xwe dike sîper. Ji bo ku ev qirkirin were sekinandin divê em li her dera Ewropayê û cîhanê dakevin qadan û seferber bibin.

Em bang li hemû kesan dikin ku tevlî meşên enternasyonalîst ên di 12’ê Cotmehê de bibin. “