KCDK-E: Bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin!
KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê banga bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkeve û li her derê rabe ser piyan kir.
KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê banga bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkeve û li her derê rabe ser piyan kir.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) der barê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker di tevahiya dîrokê de, bi daxwaza qirkirina gelê Kurd serî li hemû rêbazên qirêj û komkujiyan dide, ligel çeteyên hov li dijî Rojava êrîşeke nû daye dastpêkirin. Bi hedefgirtina qadên jiyanê yên sivîlan û bi dorpêçkirinê dixwaze hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rake û Kurdan têk bibe.
Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hov, di serî de gelê Kurd, jiyana azad û demokratîk ya hemû gelên li Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê ye. Tê xwestin xwe bi xwe rêvebirina herêmê bê astengkirin. Ev êrîşa li pêş çavê hemê dinyayê didome, bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tê. Bi vê pêla êrîşan ku dê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike, tê xwestin ku tişta DAÎŞ'ê nekarî pêk bîne, pêk bînin.
Dê dîktator Erdogan û dewleta Tirk ku bi fînansekirin û alîkariya lojîstîk ya ji bo çeteyên hov ên DAÎŞ'ê erdnîgariya Kurdistanê dike gola xwînê, dê bi miradê xwe şa nebin. Lê belê talûke mezin e. Divê gelê me li her dera ku lê ye, bi hesasiyeteke mezin li dijî êrîşên dagirkirinê yên ku rasterast Şoreşa Rojavayê dikin armanc, rabe ser piyan û rola xwe ya di têkbirina vê dagirkirinê de bilîze. Ev xwedîderketin dê moreleke mezin bide gelê Rojavayê yê berxwedêr.
Armanca sereke ya dewleta Tirk a qirker, Rêveberiya Xweser ji holê rake û Rojhilata navîn bike gola xwînê. Eşkere ye ku ev plana ku parçeyek ji şerên berjewendiyên li ser Rojhilata Navîn e, di bin rêveberiya hêzên cîhanê de pêş pêk tê. Dewleta Tirk jî vê yekê wekî derfetekê dibîne û li dor armancên xwe yên nijadperest dixwaze nijadkujiyekê bike.
Yê ku piştgiriya êrîşên çeteyan dike dewleta Tirk e. Armanc ew e ku di nav gelan de nakokiyan çêbikin. Dewleta Tirk da ku li Sûriyeyê pêşiya çareseriya demokratîk bigire hemû derfetên xwe seferber dike. Bi dagirkirina Rojava dixwaze şoreşa jinan ji holê rake.
Ji ber vê yekê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, erka me ya sereke ew e ku em piştgirya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîna gel hatiye avakirin, mezintir bikin. Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberiyê piştgiriya Rêveberiya Xweser a nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê dike, bikin. Divê gelê me li her derê ku lê ye, ji bo parastina şoreş û destkeftiyên Rojavayê bixebite.
Em bang li gelê me yê li Ewropayê dijî dikin ku, li dijî êrîşên terorî yên dewleta Tirk a qirker bi ruhê Kobanê biheriqin qadan, piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, destkeftiyên Şoreşa Rojavayê biparêzin û xwîndariya rûyê dîktator Erdogan li her derê teşhîr bikin. Dakevin kolanan û bi çalakî û protestoyan berteka xwe mezin bikin."