KCÊ-E'yê Newroz pîroz kir û ji bo pîrozbahiya li Frankfûrtê bang kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi peyamekê Newroz pîroz kir û ji bo pîrozbahiya 23'ê Adarê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya bi sernavê "Newroz sembola vejîn û berxwedanê ye" hate destnîşankirin ku agirê azadiyê di vê serdemê de jî li dijî zilm û barbariya Dehaqên serdemê belav dibe.

Koordînasyonê diyar kir ku roj roja daxwaza îrade û paşerojê ye, roja mezinkirina têkoşînê ye.

Peyamê bi vî rengî dewam kir: "Îro roja parastina Rojava û Şengalê ye. Weke civaka Êzidî erkê her Êzidiyan e ku cejnê bi ruhê Newrozê hembêz bike.

Her wiha bi navê saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê bang li hemû Êzidiyan hate kirin ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 23'ê Adarê ya li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê bibin.

Di dawiya peyamê de hat gotin, "Sala nû li gelê me pîroz be, bila bibe sedema aştî û biratiya gelan."