Kartal bang kir ku li dijî komkujiyan her kes rabe

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got li Serêkaniyê taloke heye ku komkujiya tevahiya gel bikin  û got, Kurd û dostên wan li her deverê divê rabin ser piyan, banga seferberiyê li saziyên navnetewî kir.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got li gorî agahiyên dawî yên li ber destê wan dagirkerên Tirk Serêkaniyê dorpêç kirine û domand, ''Agahî hatiye ber destê me ku hezên dewleta Tirk a faşîst xwe hazir dike ku li Serêkaniyê li dijî tevahiya gel û mirovên wir komkujyê bike.''

Kartal bang li gelê Kurd û dostên wan ê li qada navnetewî kir û got, ''Li bara kokujiya li Serêkaniyê û qirkirinê bêdeng nemînin. Her kes li cihê ku lê ye divê rabe ser piyan. Hem li hemû parçeyên Kurdistanê û hem jî li hemû qadên ku gelê me û dostên me lê ne divê her kes rabe ser piyan. Ji bo ku pêşî li komkujiya Serêkaniyê were gritin û bikin ku saziyên navnetewî tevbigerin divê seferberiyeke mezin were kirin.

Kartal bang li saziyên navnetewî kir û got, ''Di serî de NY û saziyên navnetewî divê li bara komkujiyên Erdogan ên li Serêkaniyê bêdeng nemînin, ku Erdogan ji bo statûya Rojava û destkeftiyên Rojava ji holê rake van komkujiyan dike. Di van komkujiyan de rasterast ev sazî jî hevkarên sûc in. Heta niha heke li dijî Erdogan di biryarên guşarên nehatibin standin, ev êrîş nehatibin sekinandin, di serî de NY ev di berpirsyariya saziyên navnetewî de ye. Em bang dikin; gelê Kurd dibêje, 'êdî bes e''. Em bangl i saziyên navnetewî dikin ku li dijî komkujiya li Serêkaniyê seferber bibin, guşarê li ser Tirkiyê bikin û van êrîşan bidin sekinandin.''

Kartal herî dawî got, ''Bi vê çarçoweyê em dîsa bang li gelê xwe dikin ku bi rihê seferberiyê bi têkoşîna Rojava û Serêkaniyê re bibin yek, rabe ser piyan û têkoşînê geş bike.''