Kampanyaya ji bo darizandina dîktator li Swîsreyê didome
Jinên Kurd ji bo darizandina dîktatorê Tirk Erdogan bi navê ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ kampanya dabûn destpêkirin. Kampanya li Swîsreyê didome.
Jinên Kurd ji bo darizandina dîktatorê Tirk Erdogan bi navê ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ kampanya dabûn destpêkirin. Kampanya li Swîsreyê didome.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (YJK-S) di 25’ê Mijdara 2020’an de bi navê ‘Ji bo darizandina dîktator, 100 sedem û 100 hezar îmze’ dabûn destpêkirin. Ji bo ku ev kampanya bi ser bikeve, xebatên jinên Kurd didome.
Di çarçoveya kampanyayê de vê sibehê çalakgerên Komuna Jinan a Arîn Mîrkan li ser rêya herî şên a ku bazara bajêr lê dihate danîn, dest bi komkirina îmzeyan kir. Çalakgerên jin di çarçoveya kampanyayê de ji ANF’ê re axivîn.
Çalakgera Komuna Jinan a Arîn Mîrkan Sema Sason got ku “Ji bo ku sûcên dermirovahî yên ku rejîma faşîst a Erdogan kiriye were darizadin, kampanyaya me didome. Bi hêviya ku wê kampanyaya me bi ser bikeve, em li qadan in.”
Sason diyar kir ku li girtîgehên Riha û Şakranê jî sê xizmên wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê û got, “Divê gelê me yê li Ewropayê xwedî li berxwedanê derkevin.”
Çalakgera bi navê Melek Çelîk jî got ku, “Ji 25’ê Mijdarê û vir ve ji bo darizandina dîktator, kampanyaya me ya îmzeyan didome. Divê rejîma Erdogan di qada navneteweyî de were darizandin.”