Aktîvîstên Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ên li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, li ser mijarên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza girtina HDP'ê, polîtîkayên AKP-MHP'ê yên dijminatiya li jinan, konferanseke onlîne li dar bixin.
Konferans wê li ser Zoomê pêk were û 2'ê Nîsana 2021'ê saet di 18:00 de dest pê bike. Tê payin ku 45 deqeyan dewam bike û bi pirs û bersivan bi dawî bibe.
JXK û YXK'ê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin ku tevlî semînerê bibin.
Bi rêya lînkên li jêrê kesên dixwazin dikarin beşdarî konferansê bibin.
https://jxkonline.noblogs.org/