BI DÎMEN

Ji Tevgera Ciwanan li Dusseldorfê bîranîna şehîdan

Di çalakiya tevgera ciwanan de ku şehîd hatin bîranîn, işaret bi girîngiya rêxistiniya ciwanan a ji bo avakirina jiyana azad û azadiya Kurdistanê hate kirin.

Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer çalakiya bîranîna şehîdan hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şenge Kahraman axivî.

Dayika Şehîd Lecwan Mûnzûr (Adil Sunger) Ayten Dersim jî axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û pêla faşîzmê ya li Ewropayê bilind dibe Ayten Dersim got, "Ji bo em karibin mîrateya şehîdên xwe bi azadiyê tacîdar bikin, divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û welatê xwe yê azad ava bikin. Kes nikare bi gelekî rêxistinbûyî. Ji ber vê yekê em neçar in ku rêxistiniya xwe xurt bikin."

Dayika şehîd Hewrê Çiya (Mosleh Qazîzade) Dayike Bahar jî qala rola ciwanan a di nava têkoşîna azadiyê de kir û bang kir ku her kes li dora gerîla bicive.

Ji TCŞ'ê jî Sîdar Serhed axivî, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê silav kir û girîngiya rêxistiniyê ya ji avakirina jiyana azad û azadkirina Kurdistanê destnîşan kir.

Piştî axaftinan sînevîzyonek ji bîranîna Baran Mawa, Bişeng Brûsk, Sara Hogir, Berxwedan Çiyager, Hewrê Çîya, Seher Deniz, Çekdar Canfeda Med, Tavîn Tekoşîn û Dîdar Harun hate nîşandan.

Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.