Ji Neû-Munsterê heta Kîelê meşeke dirêj hate lidarxistin

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bajarê Neû-Munsterê ya Elmanyayê heta bajarê Kîelê meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Roja pêşîn a meşê bi dawî bû.

Komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê bi çalakiyên cihê tê protestokirin.

Li Elmanyayê jî bajarê Neû-Munsterê heta Kîelê meşeke dirêj a ji bo du rojan hate destpêkirin.

Meşa dirêj di roja yekemîn de ji Neû-Munsterê heta Bordesholmê domiya. Înîsîyatîfa Rojava ya Kîelê, TEV-ÇAND Kîel, Jiyana Jin, Kîel SKB, MLKP, Partiya Komunîst a Kurdistanê jî di nav de gelek sazî û kes tevlî meşê bûne.

Meş vê sibehê li bajarê Neû-Munsterê dest pêkirin û di roja yekemîn de 18 kîlometre meş hate kirin. Meş li Bordesholmê bi dawî bû.

Meş wê sibê jî bidome û saet di 12.00’an de ber bi Kîelê ve were destpêkirin.